Hevdîtinên gel: Baweriya bi Ocalan tam e, daxwaz hevwelatîbûna wekhev e

  • rojane
  • 09:02 8 Tîrmeh 2025
  • |
STENBOL - Welatiyên ku beşdarî civînên di çarçoveya "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" de bûn, anîn ziman ku ew baweriya xwe bi Abdullah Ocalan tînin û gotin ku ew daxwaza hemwelatîbûna wekhev dikin.
 
Civînên giştî yên ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) demek berê der barê "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" de dabûn destpêkirin berdewam dikin. Li Stenbolê ji bo belavkirina "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de kir, civînên giştî yên girseyî û serdanên malan tên lidarxistin. Welatiyên ku beşdarî civîna li Taxa Haciahmet a navçeya Beyoglû bûn, behsa hêviyên xwe yên ji pêvajoyê kirin.
 
'EZ BI SEROK APO BAWER IM'
 
Kadriye Korkmaz (90) diyar kir ku ew 30 sal berê ji ber zextên dewletê neçar maye ku ji navçeya Kerboran a Mêrdînê koçî Stenbolê bike û got ku du kurên wê tevlî PKK'ê bûne û kurekî wê jî ji ber sedemên siyasî li Ewropayê li sirgûnê ye. Kadriye Korkmazê got: "Ez dizanim ku bi hezaran dayikên kurd hene ku mîna min zarokên xwe winda kirine. Êşa me mezin e, lê em ê tu carî doza zarokên xwe ji bîr nekin. Em jî dixwazin mîna her kesî bi zimanê xwe biaxivin. Ma sûc e ku ez doza zimanê xwe bikim? Em dixwazin li ser axa xwe bi azadî bijîn. Ger dewlet jî bi heman awayî jidil be, dê aştî çêbibe. Ez bawer dikim ku Serok Apo dê vê aştiyê bîne, ji ber vê yekê ez li vir im."
 
'DIVÊ DAYIKÊN LEŞKER Û POLÎSAN JÎ AŞTIYÊ BIXWAZIN'
 
Kadriye Korkmaz got ku ger pêvajo bi aştiyê bi dawî bibe, pirsgirêkên aborî yên welêt dê bi awayekî qismî çareser bibin û wiha pê de çû: "Ger dewlet mîna Serok Apo jidil be, Tirkiye dê bibe welatekî bihuştê. Ji ber ku wê şer tune be û ger şer tune be, pereyên ku li ser şer tên xerckirin jî nayên xerckirin. Xizanî pir zêde ye, mirov nikarin kirêya xwe jî bidin. Ger şer tune be, feqîr dê têr bibin. Ji aliyekî din ve, divê dayikên leşker û polîsan jî doza aştiyê bikin. Em dibêjin 'bila kes negirî'. Em dibêjin 'aştî' û Serok Apo bi salan e aştiyê dixwaze."
 
'EM DOZA JIYANEKE WEKHEV DIKIN' 
 
Kadriye Korkmaz destnîşan kir ku divê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî werin berdan û got: "Li ser pêvajoya aştiyê nîqaş tên kirin, lê girtiyên nexweş nayên berdan. Çima hîn jî girtiyên siyasî li hundir in? Divê Rêber Apo û girtiyên siyasî yên di girtîgehan de werin berdan. Tu dijminatiya me li dijî tu gelî tune ye. Em bi salan e bi tirkan re cîran in û em ji hev hez dikin. Lê mesele ne hezkirin e, em dixwazin bi hev re û wekhev bijîn."
 
'BILA GIRTÎ BÊN BERDAN'
 
Meryem Buyukkaya ku 30 sal berê ji Kerboranê neçar maye koçî Stenbolê bike, got ku ew piştgiriyê dide pêvajoya ku Abdullah Ocalan daye destpêkirin. Meryem Buyukkayayê wiha axivî: "Ez ji bo doza zarokên xwe li vir im. Em bi zorê ji axa xwe hatin sirgûnkirin, niha em dixwazin li ser axa xwe bi azadî bijîn. Ez dixwazim zilma dewletê ya li ser gelê kurd bi dawî bibe. Bi hezaran mirovên me di zindanan de ne, ez dixwazim ew werin berdan û qeyûm bi dawî bibin."
 
YEKÎTÎ
 
Îdrîs Abîk (48) diyar kir ku ew di karê tesîsatê de dixebite û got ku ew dixwaze li welatekî bijî ku her kes karibe xwe bi awayekî azad îfade bike. Abîk bal kişand ser wê yekê ku gelê kurd bi salan e têkoşîneke mezin dimeşîne û got: "Em ji gundê xwe hatin sirgûnkirin û hatin vir. Abdullah Ocalan di sala 1999'an de hat girtin û ji wê demê ve ew dixwazin ku ev pirsgirêk bi rêya aştiyê çareser bibe. Lêbelê, dewlet 40 sal in li van mirovan zilmê dike, wan digire û îşkence dike. Ez ji ber van bûyerên ku di demên berê de qewimîn, baweriya xwe bi dewletê naynim û ji dilsoziya wan bawer nakim. Lê bê guman em ê piştgiriyê bidin vê pêvajoya ku Abdullah Ocalan dest pê kiriye, divê em rêxistin û yekîtiya xwe xurt bikin."
 
‘DIVÊ MAFÊN ME BÊ NASKIRIN'
 
Fatma Çetîn (60) nişteciha Taxa Haciahmet, destnîşan kir ku Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê kurd, lê ji bo tevahiya cîhanê aştî û demokrasiyê dixwaze. Fatma Çetîn ev tişt gotin: "Gelê kurd jiyaneke bi rûmet heq dike. Ji bo vê yekê gelek xwîn hatiye rijandin. Ji ber vê yekê, ne tenê zarokên me, divê leşker jî nemirin û divê tu dayik negirîn. Ger ev şer nebûya, em ê koçber nebûna û me yê zarokên xwe li ser axa xwe mezin bikira. Ez hîn jî bi vê hesretê dijîm. Em aştiyê dixwazin, lê em aştiyeke fermî dixwazin ku mafên kurdan nas bike û qebûl bike. Ev pêvajo pir girîng e û kurd niha li ser pira Siratê ne; ew yê an bikevin an jî rabin. Ji ber vê yekê divê em bibin yek."
 
MA / Esra Solîn Dal