Welatiyên Stenbolê: Bila çek bên rawestandin û aramî were

  • rojane
  • 09:22 18 Hezîran 2025
  • |
img

STENBOL - Welatiyên Stenbolê têkildarî pêvajoya piştî banga Abdullah Ocalan destpêkirî de axivîn, diyar kirin ku divê çek bêdeng bibin û gotin: “Em welatekî aram û bi tendurist dixwazin.” 

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir û pêvajoyeke nû dest pê kir. Piştî bangê, PKK’ê kongreya xwe li dar xist û xwe fesix kir. Tevî van geşedanan jî dewlet û desthilatê hêj gav neavêtiye. Welatiyên li Stenbolê dijîn, li ser pêvajoyê axivîn. 
 
‘MA DÊ ŞER HETA KENGÎ BIDOME?'
 
Suat Hayrî Kargili, diyar kir ku piştgiriyê didin pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd û got: “Ez piştgiriyê didin vê pêvajoyê. Ez dixwazim hemû gelê me jî piştgiriyê bidin. Bila êdî çek bên rawestandin. Em hemû bira ne. Me li Çanakakaleyê li rex hevudin şer kir.”
 
Leyla Bîlecî jî destnîşan kir ku divê êdî çek bên rawestandin û got: “Ma dê heta kengî şer bikin? Em welateke aram dixwazin. Em rêvebiriyeke baş bo welat dixwazin. Em ê cudahiyê nexin nava Kurd, Tirk û Lazan. Xwedê aştiyek bide vî welatî. Bila mirovên baş me rêve bibin.”
 
BIRATIYA KURD Û TIRKAN
 
Çetîn Dogan jî diyar kir ku aştî ji bo her kesê baş e û ev tişt anî ziman: "Ger aştiyeke adilane pêk bê dê biratiya Kurd û Tirk pêk bê. Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê dereng man. Heta niha diviyabû aştî pêk bihata. Niha her alî divê ji aliyê xwe de gav biavêje. Di her du aliyan de nakokî hene û ji her dû aliyan de jî gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Ma ne heyf û guneh e? Encambûna vê pêvajoye ji bo her du aliyan jî dê baş be.”
 
‘EZ NAXWAZIM BI HEVÛDIN RE ŞER BIKIN’
 
Şahîn Tizci, got: “Em zarokên heman axê ne. Di wexteke nêzîk de me nûçeyên mirinê nebihsit, maşelê cereke din bi hevudin re şer nekin. Ger ev pirsgirêk çareser bibe dê ji bo welat pir baş be. Bila berê dawî li nîjadperestiyê bînin. Birayê min piştevaniyê dide partiyek, ez didim yeka din. Êdî em şer naxwazin. Zarokên min hene, di siberojê de ez naxwazim zarokek min derê çiyê û yê din bibe leşker û bi hevre şer bikin.” 
 
‘DIVÊ EM BÊN CEM HEV’
 
Welatiya bi navê Bûrcû Salvado jî diyar kir ku tu pirsgirêk di nava gelan de nîne û got: “Ez mamoste me berê min li Rojhilatê welêt mamostetî kir. Tu pirsgirêkek di nava gel de nîne. Nexasim di çend mehên dawî de her kes li hember hevudin jidil e. Pêvajo dê ji bo welat baş be. Dê bêtir baweriya gel çêbe. Çawa ku ez ji vir diçim Şîliyê ez wiha diçin Amedê jî. Ger em bibin yek dê tiştên xweş pêk bên.”
 
Welatiyê ku nexwest navê xwe bibêje, diyar kir ku divê pêvajo di çarçoveya qanûnî de veguhere aştiyê û got: “Ez mirovek humanîst im. Ji bo min Kurdbûn an Trikbûn ne girîng e. Ez ji vê pêvajoyê geşbîn im. A girîng ew e ku desthilat ber bir faşîszm û paşverûbûnê ve neçe û bi awayeke demokratîk welat rêve bibe.”