Cenazeyê Eyşe Şanê piştî 29 salan anîn Amedê

  • rojane
  • 09:04 18 Hezîran 2025
  • |
img
AMED - Cenazeyê hunermenda Kurd Eyşe Şanê li ser wesiyeta wê, piştî 29 salan anîn Amedê. 
 
Hunermenda Kurd a gewre Eyşe Şan di 18’ê Kanûna 1996’an de li Îzmîrê jiyana xwe ji dest da û li wir hatibû definkirin. Eyşe Şanê wesiyet kiribû ku cenazeyê wê li Amedê were definkirin. Cenazeyê Eyşe Şanê piştî 29 salan anîn Amedê. Cenaze, li balafirgehê ji hêla Wekîlê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê, Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal û gelek kesan ve hate pêşwazîkirin. 
 
Her wiha kurê Eyşe Şanê Mûrat Kersen û birazî û xwarziyên wê jî di nav kesên cenaze pêşwazî kirin de bûn. Cenaze hate wergirtin û dê saet di 10.00’ê de li Goristana Yenîkoyê were definkirin.