Ji bo Erdexan û Qersê hişyariya barana zêde

  • rojane
  • 09:42 21 Gulan 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî texmînên meteorolojiyê li bendê ye ku li Erdexan, Qers û Rîzeyê baraneke zêde bibare û hat gotin ku dê pileya germahiyê li seranserî welat zêde bibe. 

 
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê rapora xwe ya rewşa hewayî ya îro parve kir. Di raporê de hate gotin ku dê li bakurêrojhilatê Kurdistanê baraneke zêde bibare. Hat destnîşankirin ku dê li seranserî welat pileya germahiyê zêde bibe. Midûriyetê, hişyariya barana zêde ji bo şêniyên Erdexan û Qersê kir.