ROJEVA 21’Ê GULANA 2025’AN

  • rojane
  • 09:00 21 Gulan 2025
  • |
img
* Siyasetmedar-nivîskar Mahîr Sayin bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û biryarên kongreya PKK’ê û got: “Ji bo tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê xwe ji krîza heyî rizgar bike jî dikare bibe desptêkeke baş.” 
 
* Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz bal kişand ser rola rêxistinên civaka sivîl a di pêvajoya têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û got: “Bi rewşenbîr û rêxistinên civaka sivîl re divê em kirdeya vê meseleyê bin.” 
 
* Rojnameger Akin Olgun diyar kir ku Abdullah Ocalan û PKK’ê gavên stratejîk avêtine û got: “Biryara fesixkirinê nayê wateya ku PKK’ê hebûna xwe bi dawî kiribe. Di esasê xwe de tê wateya îflasa konsepta şer a Tirkiyeyê.” 
 
* Siyasetzan Prof. Dr. Levent Koker, diyar kir ku paradîgmaya nû ya Abdullah Ocalan balê dikişîne ser li ser guherîna paradîgmaya netewe dewletê ye û got: “Firsendeke girîng hat bidestxistin. Divê ev firsend ji dest neyê dayin.” 
 
* Ciwanên Wanê xwestin ku hemû astengiyên li pêşiya Kurdî bên rakirin û bibe zimanê perwerdeyê. 
 
* Xebatên madenan ên li Colemêrgê bandoreke neyînî li ser kaniyên avê, çandinî û ajalvaniyê dikin. Yê ku serkêşiya vê talanê dike jî Îsmet Olmez ê AKP’î ye ku li herêmên bi hinceta “ewlehiyê” qedexe dixebite. 
 
* Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar diyar kir ku di çarçoveya avakirina civaka demokratîk de ketine nava pêvajoyeke nû û got: “Ji bo têkoşîneke hevpar em dixwazin Komîsyonên Aştiyê ava bikin.” 
 
* Hat diyarkirin ku li gundên Hemka û Melêsê yên Elkê cerdevan ji bo birîna daran gef li şêniyên gund xwarine, bi darê zorê “daxwazname” pê dane îmzekirin û amadekariyan dikin ku li qadekê biqasî 100 doniman daran bibirin. 
 
* Tehliyeya Marûf Turkan ku li Girtîgeha Boluyê tê ragirtin û 30 sal in girtî ye, cara 3’yan hate taloqkirin. Kekê Turkan, Mahfûz Turkan diyar kir ku birayê wî jê re gotiye; “Li vir 35 kes zêdetirî 30 sal in girtî ne. Tehliyeya hin kesan 2 salan hatine taloqkirin.” 
 
* Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû dê beriya civîna Meclisa Jinan li navenda giştî ya partiyê daxuyaniyê bide. (10.30) ZINDΠ
 
* Danişîna ewil a doza kuştina Seyîthan Durdu ku li navçeya Seravê ya Wanê di gulebarana leşkeran de hatibû kuştin, dê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê bê lidarxistin. (11.00)
 
* Şaxa ÎHD’a Enqereyê dê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafan ên di navbera 19-27’ê de li Enqereyê hatine kirin, li avahiya şaxê aşkera bike. (12.20)
 
* Baroya Wanê, TUHAY-DER û OHD dê bi daxwaza berdana girtiyên nexweş daxuyaniyê bidin.