Doza hevşaredar Amak hate taloqkirin

  • rojane
  • 15:41 16 Nîsan 2025
  • |
img

MÊRDÎN - Danişîna doza Hevşaredarê Artukluyê Mehmet Alî Amak û hinek siyasetmedaran dihatin darizandin, hate taloqkirin. 

Danişîna 37’emîn a doza Hevşaredarê Artuklu ya Mêrdînê Mehmet Alî Amak, siyasetmedar Newroz Turk û Abdulbakî Guneş û belavkarên rojnameya Azadiya Welat ku bi KHK’ê hatibû girtin ên bi navên Ayşe Saritag û Erdem Kaymaz ku bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” tên darizandin, li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat lidarxistin. Kesên tên darizandin beşdarî danişînê nebûn û parêzerên wan jî hincet nîşan dan. 
 
Piştî xwendina ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin, şandeya dadgehê danişîna dozê taloqî 28’ê Gulanê kir.