Kizil Partî hate avakirin

  • rojane
  • 15:22 16 Nîsan 2025
  • |
img

STENBOL - Kizil Partiyê avakirina xwe ragihand. Candan Polat Koksal û Gun Çag Aydin bûn hevberdevkên partiyê. 

Hin kesên di Tebaxa part de metna “Banga ji bo Siyaseta Şoreşger a Sosyalîst” weşandibûn û ji Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) veqetiya bûn, avakirina Kizil Partiyê ragihandin. Kongreya avakirina partiyê, bi beşdariya endamên li welat û derveyî welat di 12’ê Nîsanê de hate lidarxistin. Rêzikname û metna bernameya siyasî ya partiyê, di kongreyê de bi piraniya dengan hate qebûlkirin. 
 
HEVBERDEVK Û SEKRETER 
 
Di kongreyê de lijneyên navendî yên partiyê jî hatin diyarkirin. Onur Emre Yagan bû sekreterê giştî yê partiyê. Candan Polat Koksal û Gun Çag Aydin jî bûn hevberdevkên partiyê. 
 
Di danezana avakirina partiyê de bal kişandin ser “têkoşîna hevpar”.