Akkurt ê piştî 32 salan hate berdan bi girseyî hate pêşwazîkirin

  • rojane
  • 13:48 16 Nîsan 2025
  • |
img

ÊLIH - Şakir Akkurt ê piştî 32 salan hate berdan, li bajarê xwe bi girseyî hate pêşwazîkirin. 

Şakirt Akkurt ê 53 salî ku li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê dihat ragirtin, piştî 32 salan di 11’ê Nîsanê de hate berdan. Akkurt, hate bajarê xwe Êlihê û li vir bi girseyî hate pêşwazîkirin. Akkurt, ji hêla malbata xwe, TUAY-DER, MEBYA DER, TJA, Meclisa Dayikên Aştiyê, DEM Partî û DBP’ê ve hate pêşwazîkirin. 
 
Akkurt, di têketina bajar de bi çepik, tililî û dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” hate pêşwazîkirin. Akkurt, li vir axivî û bal kişand ser berxwedana zindanan. 
 
Bi domdarî Akkurt bal kişand ser banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ku pêvajo dikare bi azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bimeşe. Akkurt, her wiha qala rewşa tenduristiyê ya endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder û şîfaya xêrê xwest. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk jî daxwaza berdana girtiyên nexweş kir. 
 
Piştî axaftinan, Akkurt derbasî mala xwe ya li Taxa Beldeyê bû. Akkurt, li taxê jî bi dirûşm û tililiyan hate pêşwazîkirin.