DÎLOK - Rojnameger Derya Ren bi îdiaya "Gumana maqûl” hatibû binçavkirin û heqaretên zayendperest lê hatibûn kirin. Bi îdiaya ku Derya Ren “heqaret” li polîsên ew binçav kiribûn kiriye, der heqê wê de doz hate vekirin.
Di 7’ê Çileyê de li navçeya Belqis a Dîlokê jinek hate qetilkirin û nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren jî ji bo şopandina bûyerê çû navçeyê. Piştre jî Derya Ren ji hêla polîsan ve bi îdiaya “gumana maqûl” hate binçavkirin. Di dema ragirtinê de li dijî polîsên heqaret li malbata wê kirin derket û ji ber vê sedemê bi îdiaya “muqawemeta li dijî polîsan” hate binçavkirin. Li emniyetê jî Derya Ren bi îdiaya “heqaret li polîsan kiriye” hate sûcdarkirin. Derya Ren, piştî îfadeyê hate berdan.
BIRYARA HEWCEHÎ BI ŞOPANDINÊ NÎNE HATE BETALKIRIN
Polîsên bi navên Ferhat Aygun, Mehmet Uzunaslan, Mevlut Sarikaya û Mûstafa Pala bi îdiaya “heqaretê” giliyê Derya Renê kirin. Serdozgeriya Komarê ya Belqisê jî lêpirsîn da destpêkirin û bi sedema ku delîl tune ne, biryara “hewcehî bi şopandinê nîne” da. Lê belê li ser îtîraza polîsan, Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Belqisê biryara “hewcehî bi şopandinê nîne” betal kir.
Piştô biryarê, Serdozgeriya Komarê ya Belqisê dîsa lêpirsîna “heqaretê” da destpêkirin û der heqê Derya Renê de îdianame amade kir. Dozgeriyê di îdianameyê de cih da heqaretên polîsan li Derya Ren û malbata wê kirin û xweparastina Derya Renê jî weke “heqaret” nirxand. Di îdianameyê de ji bilî îfadeyên polîsan tu delîlên şênber nehatin pêşkeşkirin. Her wiha hate gotin ku delîlên têrker nînin ku Derya Ren sûcê behsa xeberê kiribe.
5’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Belqisê îdianame qebûl kir û danişîna ewil a dozê da 6’ê Gulanê.