Siyasetmedar Ozlem Demîr piştî 9 salan hate berdan

img
ENQERE - Hevseroka HDP’a Agiriyê ya berê Ozlem Demîr, piştî 9 salan hate berdan. 
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Agiriyê ya berê Ozlem Demîr, di sala 2016’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. Ozlem Demîr, piştî 9 salan ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê hate berdan. 
 
Ozlem Demîr, ji hêla Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Agiriyê Nejla Demîr, rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê û malbata xwe ve hate pêşwazîkirin. 
 
Ozlem Demîr, dê derbasî bajarê xwe Agiriyê bibe.