Bi hinceta ku kanala Medya Haber TV’yê vekirine qehwexane mohr kirin

  • rojane
  • 09:06 20 Sibat 2025
  • |
img

AMED - Polîsan li Lice ya Amedê bi hinceta ku qehwexaneyekê kanala Medya Haber TV vekiriye, ji bo mehekê mohr kirin.

Di demeke ku nîqaşên ser çareseriya pirsgirêka Kurd didomin de li bajarên bakurê Kurdistanê zext û qedexeyên li ser gel jî her ku diçe zêdetir dibin. Mînakeke vê nakokiyê jî li navçeya Lice ya Amedê hate jiyîn. Polîsên ku li Licê çûn qehwexaneyekê, bi hinceta ku kanala Medya Haber TV’yê vekirine, qehwexane mohr kirin. 
 
Polîsên ku çûn qehwexaneya Erhan Akkan, ji ewil televîzyona girtî vekirin û piştre jî li kanalan geriyan û kanala Medya Haber TV vekirin. Polîsên ku xwe li benda weşandina nûçeyên têkildarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan girtin, piştî wêneyên Abdullah Ocalan hatin weşandin, wêne kişandin û bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” ji bo 30 rojan qehwexane mohr kirin. 
 
LI BENDA WEŞANDINA WÊNEYÊ ABDULLAH SEKINÎN 
 
Xwediyê qehwexaneyê Erhan Akkan, bertek nîşanî mohrkirina kargeha xwe da û got: “Di 4’ê Sibatê de polîs hatin qehwexaneya min û televîzyona min a girtî vekirin. Ji ewil li kanalan geriyan û anîn ser Medya Haberê. Qederê 5 deqeyan sekinînin. Dema dîmenên Abdullah Ocalan derketin jî wêneyê televîzyonê kişandin.” 
 
BIRYARA MOHRKIRINÊ
 
Di girteka polîsan de jî hate îdiakirin ku li qehwexaneyê “propagandaya rêxistinê” hatiye kirin. Akkan, got ku biryareke nehiqûqî hatiye dayin û dê li dijî biryarê li Dadgeha Cezayên Sulhê ya Liceyê gilî bikin. Hat zanîn ku li navçeyê zext li gelek esnafan tê kirin ku Medya Haber TV’yê temaşe nekin. 
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel