Ji bo rojnameger Osman Akin biryara beraetê hate dayin

  • rojane
  • 11:59 22 Mijdar 2024
  • |
img
STENBOL - Di doza Midûrê Karên Nivîsê yê Rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin de biryara beraetê hate dayin. 
 
Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin bi îdiaya “biçûkxistina leşker û teşkîlata emniyetê ya dewletê biçûk xistiye” dihat darizandin û doza jinûve hat lidarxistin. Danişîna 4’emîn a dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Stenbolê hate lidarxistin. Akin tev li danişînê nebû lê parêzerê wî Ozcan Kiliç amade bû. 
 
Parêzer Kiliç, bal kişand ser biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û daxwaza beraetê kir. 
 
Dadgehê, ji bo Akin biryara beraetê da.