Welatiyên îzmîrî: Azadiya jinê tê wateya hebûna jiyanê

  • rojane
  • 09:04 22 Mijdar 2024
  • |

ÎZMÎR - Welatiyên li Îzmîrê diyar kirin ku tundiya mêr ji ber polîtîkayên dewletê ye û gotin: "Azadiya jinê azadiya civakê ye."

Jinên li çaraliyê cîhanê ji bo pêhesandina li tundiya mêr-dewletê û li dijî tundiya mêr-dewletê çêbikin û pêşî lê bigirin, rêxistinbûyînê didomînin. Jinên ku îsal li dijî êrişên topyekûn ên li ser nasname, beden, ax û destkeftiyên wan zêdebûne banga berxwedana topyekûn kirin, xwe amade dikin ku di 25’ê Mijdarê de li qadan bicivin.
 
Platforma Jinan a Îzmîrê jî wê saet di 19.00’an de li ber Gara Trenê ya Alsancakê bi dirûşmeya “Were 25’ê Mijdarê, têkoşîn cihê herî ewle ye" bê gel hev û heta Navenda Çandê ya Turkan Saylanê meşeke girseyî li dar bixe.
 
Me bi boneya 25’ê Mijdarê mîkrofon dirêjî welatiyên Îzmîrê kir.
 
Sabriye Toprakê anî ziman ku tundiya li ser jin û zarokan zêde dibe ji ber polîtîkayên desthilatê ne û got: “Divê êdî mirov ji van mirinan re bêjin 'raweste'. Lê mixabin berpirs xwe tev jî nadin. Tu ceza nîn in. Ev tundî her diçe zêde dibe, ji ber ku em civakek serdest a mêr in ku jinê wekî duyemîn dibîne." Sabriye Toprakê bertek nîşanî polîtîkayên ku kiryaran beraat dikin da. 
 
'GER JIN AZAD BE TÊ WATEYA JIYAN HEYE'
 
Îsa Erol anî ziman ku li cihê jin azad nebe civak azad nabe û got ku divê mafên jinan bên parastin. Îsa Erol got: “Jin jiyan e” û wiha got: “Jin azad be jiyan heye, ne azad be dîlgirtînî heye. Divê jin bibin xwedî biryar û gotin. Em dibînin ku civakên ku jin lê ne azad in, dîl in. Hemû civakên baviksalarî bi rêya jinan siyasetê dikin. Bi vî awayî civakê bi rê ve dibirin. Azadiya jinê azadiya civakê ye. Divê pergal biguhere. Divê li ser vê yekê rêziknameyên qanûnî yên cidî werin çêkirin."
 
'DIVÊ MÊR JÎ BIGUHERIN'
 
Îlyas Mînas da zanîn ku divê zilam jî li hemberî pergala heyî biguhere û veguhere û wiha got: “Pêdivîyên ku sîstemê ji berê heta niha di nava me de bi cih kiriye hene. Divê êdî ev bên guhertin. Vekişîna ji Peymana Stenbolê û bicihneanîna qanûna 6284'an polîtîkayeke şaş e. Em encamên polîtîkayên bi vî rengî dibînin. Ev polîtîka dibe sedema zêdebûna tundiya mêr û kuştina jinan.”
 
Faria Turmanidzeyê anî ziman ku ji ber bêcezabûnê binpêkirinên li ser jinan zêde bûne û got ku dewlet bi zanebûn mekanîzmayên parastinê pêk nayîne û bêcezakirin jî sûcdaran teşwîq dike. 
 
Oya Şahînê jî ev tişt anîn ziman: “Em ji tirsa nikarin biçin dikanê. Qanûna me ne qanûn e. Cezayên astengkirinê nînin. Jin wê fêrî parastina xwe bibin. Jin wê bixebitin û azadiya xwe ya aborî misoger bikin.”