Ji girtiyên jin re kart hatin şandin

  • rojane
  • 18:34 21 Mijdar 2024
  • |
img

RIHA - Platforma Jinan a Rihayê di çarçoveya bernameyên 25’ê Mijdarê de kart ji girtiyên jin re şandin.

Platforma Jinan a Rihayê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijîTundiya li ser Jinan a Navnetweyî ji bo girtiyên jin yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê qert şandin. Li salona konferansa Navenda Mafê Jinan a Baroya Rihayê, bername pêk hat û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel û hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol û gelek endamên pêkhateyên platfromê tevli bûn.
 
Jinan li ser kartên ku ji girtiyên jin re şandin nivîsên piştevanî û bidawîbûna tundiyê nivîsandin. Bername bi temamkirina qertan ku wê bişînin PTT’ê bidawî bû.