Nobeta li Xelfetiyê: Em bi hilbijartinê hatin, bi qeyûm naçin

  • rojane
  • 13:27 21 Mijdar 2024
  • |
img

RIHA - Nobeta berxwedanê ya li Xelfetî ya Rihayê li dijî tayînkirina qeyûm hatiye destpêkirin di roja 18’emîn de berdewam kir. 

Nobeta berxwedanê ya li navçeya Xelfetî ya Rihayê li dijî tayînkirina qeyûman hatiye destpêkirin di roja 18’emîn de didome. Welatiyên ku di saetên zû yên serê sibehê de hatin pêşiya avahiya şaredariyê ya dorpêçkirî, pankarta "Ji qeyûman re na, demokrasî" daliqandin û dest bi nobetê kirin. Hevşaredarên Xelfetiyê Mehmet Karayilan û Saniye Bayram, Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar û gelek kes tev li nobetê bûn.
 
Di heman demê de li avahiya DEM Partiyê ya Xelfetiyê jî pankarta “Em bi hilbijartinê hatin, bi qeyûm naçin” hate hilayîstin. 
 
Nobeta gel a li qadê didome.