Roja Mafên Zarokan: Polîtîkaya necezakirinê biterikînin, peymanên navneteweyî pêk bînin

  • rojane
  • 15:25 20 Mijdar 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniyên têkildarî Roja Mafên Zarokan a Cîhanê de bang hate kirin ku peymanên navneteweyî cîbicî bikin û polîtîkayên necezakirinê bên terikandin.

Bi boneya 20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê li gelek bajaran daxuyanî hatin dayin. Şaxa Komeleya Mafên a Mirovan (ÎHD) a Enqereyê li avahiya şaxê daxuyanî da. Endama MYK’a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen diyar kir ku rêjeya binpêkirina mafên zarokan a li Tirkiyeyê her ku diçe zêdetir dibe. Nûray Çevîrmen, got ku zarokên kurd rastî cihêkariyê tên û tundî û îşkenceya di protestokirina qeyûm de li zarokan hatine kirin bi bîr xist. 
 
Nûray Çevîrmen got ku divê di sûcên li dijî zarokan de çanda necezakirinê were bidawîkirin, zarok bikarin bi zimanê dayika xwe bên perwerdekirin, polîtîkayeke zarokan diparêze were meşandin û Peymana Stenbolê dîsa bikeve meriyetê. 
 
WAN
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê jî li pêşiya Baroya Wanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankartên “Ji bo zarokan jiyaneke azad", "Em ê li gel zarokan biguherînin” û “Zarok aştî azadî" hatin hilgirtin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Rêveberê DEM Partiyê yê Wanê Îlhan Guney diyar kir ku Tirkiye li gorî Peymana Mafên Zarokan tevnagere. Guney, karkeriya zarokan, nedayina perwerdeyê ya bi zimanê dayikê, girtina zarokan û zarokên tevî dayikên xwe girtî bi bîr xist û binpêkirinên mafên zarokan rêz kir. Guney, da zanîn ku zarok di hedefa polîtîkayên şer de ne û got ku li bakurê Kurdistanê zarok bi wesayîtên zirxî tên qetilkirin û faîl bi polîtîkaya necezakirinê tên parastin. 
 
AMED 
 
Li Amedê jî Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) avakirina xwe ragihand. Li avahiya komeleyê daxuyanî hate dayin. Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter û gelek parêzer tev li bûn. Parêzer Zelal Karabulak di daxuyaniyê de bi kurdî agahî da. 
 
Endama komîsyonê Buşra Eylul Ozgurtekîn jî da zanîn ku zarokên kurd li Tirkiyeyê nikarin bi zimanê dayika xwe perwerde bibin. Buşra Eylul Ozgurtekîn destnîşan kir ku armanca wan a ji komîsyonê ew e ku mafê jiyanê û hemû mafên zarokan biparêzin. 
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Tora Mafên Zarokan a Amedê jî îro damezirandina xwe ragihandibû.
 
BAROYA AMEDÊ DAXUYANÎ DA
 
Navenda Mafên Zarokan a Amedê jî li avahiya baroyê daxuyanî da. Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç bang li îktîdarê kir ku li gorî peymanên navneteweyî tevbigerin. 
 
LI GELEK BAJARAN DAXUYANÎ HATIN DAYIN
 
Bi heman boneyê li Edene, Hatay û Îskenderûnê jî daxuyanî hatin dayin. Di daxuyaniyan de hat xwestin ku mafên zarokan bên parastin, polîtîkaya necezakirinê were terikandin û bang li îktîdarê hate kirin ku li gorî peymanên mafên zarokan ên navneteweyî tevbigerin.