Hevserokên DEM Partiyê yên Êlihê: Berxwedana me dê bidome

  • rojane
  • 12:03 20 Mijdar 2024
  • |
img

ÊLIH - Hevserokên DEM Partiyê yên Êlihê dan zanîn ku ew ê bi awayekî xurtir dakevin qadan û heta dawiyê xwedî li destkeftiyên gel derkevin. 

Çalakiyên protestoyî yên li dijî tayînkirina qeyûman a li Şaedariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariyên Êlih û Xelfetî ya Rihayê didomin. Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Êlihê Songul Korkmaz û Mûstafa Mesût Tekîk diyar kirin ku dê heta dawiyê xwedî li destkeftiyên gel derkevin. 
 
Songul Korkmaz, di mitîngên Amed, Koln û Êlihê de peyameke zelal a “Demokrasî û azadiyê” hatiye dayin. Songul Korkmaz, diyar kir ku di qada mitîngê de peyama; “Tecrîdê bi dawî bikin û muxatabê çareseriyê birêz Abdullah Ocalan e” hatiye dayin. 
 
'EM Ê XWEDÎ LI DESKEFTIYÊN GEL DERKEVIN’ 
 
 
Songul Korkmaz, anî ziman ku mitînga Êlihê ji bo wan weke nexşerêya pêşerojê bû û wiha pê de çû: “Em jî li ser difikirin bê ka dikarin vê pêvajoyê çawa bêhtir birêxistin bikin. Têkoşîna me didome û dê di demekî nêz de bernameyeke nû eşkere bikin. Em ê bi têkoşîneke xurtir dakevin qadan û heta dawiyê xwedî li destkeftiyên gel derkevin. Bi qeyûman, pergala heverokatiyê hedef tê girtin. Li dijî van êrişan em ê ji destkeftiyên xwe, ji pergala hevserokatiyê û ji nûnertiya wekhev paşvegavê neavêjin.” 
 
ZÊDETIRÎ 300 KES HATIN BINÇAVKIRIN 
 
 
Hevserok Mûstafa Mesût Tekîk jî bi bîr xist ku piştî daxuyaniyên têkildarî pirsgirêka kurd qeyûm hatine tayînkirin. Tekîk, diyar kir ku di demên berê de jî heman rêbaz hatine bikaranîn. Tekîk, anî ziman ku tayînkirina qeyûman, di nava xelkê Êlihê de rê li ber înfîalê vekiriye. Tekîk, da zanîn ku heta niha zêdetirî 300 kes li Êlihê hatine binçavkirin û ji wan 37 kes hatine girtin. 
 
Tekîk, got ku gel bi berxwedana xwe peyam daye îktîdar û dinyayê. Tekîk, wiha bi dawî kir: “Gel nîşan da ku rejîma qeyûm qebûl nake. Di mitînga Êlihê de gel bi dirûşm, dovîz û pankartên xwe peyama xwe da. Gel daxwaza azadiyê kir, xwest tecrîd were rakirin û dê ji bo vê têbikoşe. Êrişên li dijî Êlihê îdeolojîk in. Gel jî bersiveke îdeolojîk da. Got ku di siyaseta demokratîk, azadiya jinê û ekolojîk de biisrar e û dê kesek nekare vê tune bike. 
 
Dê têkoşîna me ya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û ya li dijî qeyûman bidome. Heta hevşaredar û endamên meclisê vedigerin ser peywira xwe dê çalakiyên me bidomin. Heke bixwazin aştî, demokrasî û îradeya gel serwer be û heke rêzê ji îradeya gel re bigirin, vaye partiya me li vir e, birêz Ocalan li vir e, nûnerên siyaseta demokratîk ên kurd li vir in. Heke bibêjin; ‘Em ê zextan bikin, dê we bêîrade bihêlin û aştî dê yekalî be’, wê demê bedela çi be em ê bidin û têkoşîna xwe bidomînin. Gelê me li vir e. Em ji bo aştiyeke birûmet amade ne.” 
 
MA / Şîrvan Şîlan Çîl