Helîn Umît: Tiştekî ji PKK’ê re hatiye nîne

  • rojane
  • 10:53 20 Mijdar 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Helîn Umît îdiayên îktîdar û medyayê ku dibêjin “PKK Ocalan guhdar nake” nirxand û wiha got: “Tiştekî ji PKK’ê re hatiye nîne. Tiştekî li ser nîqaş were kirin û bersiv jê re were dayin jî nîne.” 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin û piştî tecrîda mutleq a 43 mehan, cara ewil di 23’yê cotmehê de bi Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan re hevdîtina malbatê kir. Abdullah Ocalan, di hevdîtinê de got ku tecrîd hêj didome û ev peyam da: “Heke şert û merc çêbibin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîkim ku pêvajoya pevçûn û tundiyê derbasî zemîneke hiqûqî û siyasî bikim.” 
 
KCK’ê demekî kin piştre têkildarî peyama Abdullah Ocalan de daxuyanî da. KCK’ê got: “Tevgera me tevî hemû pêkhateyên xwe dê li gorî pêvajoya Rêber Apo dide destpêkirin tevbigere.” Her wiha KCK’ê got ku divê şert û mercên tenduristî, ewlehî û xebatê yên Abdullah Ocalan bên avakirin. 
 
Lê tevî vê yekê jî îktîdar û medyaya wê îdiayên weke “PKK, Abdullah Ocalan guhdar nake” belav dike. Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Helîn Umît beşdarî weşana televîzyona Medya Haberê bû û îdiayên îktîdar û medyaya wê nirxand. 
 
Helîn Umît, diyar kir ku hevdîtina piştî 43 mehan a bi Abdullah Ocalan re “Encama bexwedana Abdullah Ocalan û gelê kurd e.” Helîn Umît, destnîşan kir ku tecrîd hêj didome û Bahçelî nêzikatiyeke weke “Heke em bixwazin dê hevdîtin çêbibin heke em nexwazin jî dê neyên kirin” raber kiriye. 
 
'TIŞTEKÎ JI PKK’Ê RE HATIYE TUNE YE’ 
 
Helîn Umît, got; “Di vê serdemê de şerê zîhniyetê heye” û wiha domand: “Tê gotin, Rêbertî tiştek destnîşan kiriye, PKK'ê qebûl nekiriye. Gelê me zane ji xwe, lê belê ji bo raya giştî, ji bo dostan û yên ku me nas nakin dibêjim. Tiştekî ku ji PKK'ê re hatiye nîne. Tiştek li holê nîne. Tiştekî ku li ser nîqaş bê kirin, bersiv jê re bê dayin nîne. Bi lîstikên şerê taybet welê dikin, ku mîna tiştek heye û PKK'ê qebûl nekiriye.” 
 
Helîn Umît, têkildarî îdiayên îktîdar û medyaya wê ev tişt anî ziman: “Divê çi bê kirin? Em Îmraliyê baş bişopînin, Rêber Apo baş bişopînin. Têkoşîna li dijî tecrîda li Îmraliyê bilind bikin. Li her qadê em bidin pey heqîqetê. Ji bo ya rast têbikoşin. Li ser vê bingehê xwe, mejiyê xwe ronî bikin. Naxwe ev yek dibe sedema jehrbûyînê, dibe sedema rewşeke neyînî.”