‘Cezayên îdamê yên li Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîziyê hatine birîn girêdayî pirsgirêka kurd in'

  • rojane
  • 09:02 20 Mijdar 2024
  • |

STENBOL - Eren Keskînê diyar kir ku darvekirinên li Îranê ji mirov nikare li derî pirsgirêka kurd binirxîne û got ku divê li dijî cezayê darvekirinê yên Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî hatine birîn deng bê derxistin. 

Li Îranê pêkanînên îdamê yên li dijî kurdan û muxalifan didomin. Li gorî raporên Mafên Mirovan ên Îranê (IHR) ku navenda wê li Norwêcê ye û Li Dijî Cezayê Îdamê Bi Hev Re (ECPM) ku navenda wê li Fransayê ye, di sala 2023'yan de li Îranê 834 kes hatine îdamkirin. Ev hejmar di sala 2022'yan de wekî 582, di sala 2021'ê de wekî 333 û di sala 2020'î de jî wekî 267 hatiye tomarkirin. Her wiha li gorî raporê sala 2023’yan ew sal e ku herî zêde jin hatine îdamkirin. 
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku rejîma Îranê bi taybetî jinên ji bo azadiyê têdikoşin dike hedef. Mînaka herî dawî jî cezayê darvekirinê li endama Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Muradî û rojnameger Pexşan Ezîzî hat dayîn.
 
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Parêzer Eren Keskînê bal kişand ser zext û zordariya rejîma Îranê ya li ser jinên kurd û li ser zêdebûna darvekirin û binpêkirinên mafan ên li Îranê yên di demên dawî de nirxandin kir.
 
'AVANIYEKE FAŞÎZMÊ'
 
Eren Keskînê diyar kir ku rejîma Îranê veguheriye rejîmeke “faşîst” û got ku piştî “Şoreşa Îslamî” polîtîkayên “faşîst” ên li hemberî kurdan û komên çep gav bi gav zêde bûne. Eren Keskînê got: “Rejîma Îranê xwedî avahiyeke siyasî, faşîst e ku bi tevahî li ser rêgezên îslamî hatiye avakirin û îslamê weke rêgezeke rêveberiya dewletê qebûl dike. Ev sîstem di warê mafên mirovan û azadiyên takekesî de pir bisînor û zordar e. Şoreşa ku piştî bidawîhatina desthilatdariya Şah pêk hat, di destpêkê de ji aliyê gelek komên sosyalîst û heta TUDEF ku yek ji mezintirîn rêxistinên çep ên Îranê ye, hat destekkirin. Lê belê rejîma piştî şoreşê li hemberî her du komên çep û bi taybetî jî li dijî kurdan polîtîkayên faşîst meşandin û ev helwesta zordar her çû girantir bû."
 
‘MIROV NIKARE LI DERÎ PIRSGIRÊKA KURD BINIRXÎNE'
 
Eren Keskînê diyar kir ku Îran jî parçeyek ji Kurdistanê ye û got ku zextên li Îranê yên li ser kurdan mirov nikare li derî pirsgirêka kurd e binirxîne. Eren Keskînê got: “Rejîm dema ku faşîzma îslamî dimeşîne, li ser herêmên ku kurd lê dijîn polîtîkayên zextê yên tund dimeşîne. Ev rejîma zordar, bi taybetî bi sepandina bêhişmendî ya cezayên îdamê diyar dibe. Cezayên îdamê yên ji bo siyasetmedaran bi biryarên dadgehan pir zû tên girtin. Ev rewş bi zelalî eşkere dike ku rejîm çiqasî zirarê dide mafên mirovan û azadiyên takekesî." 
 
‘REJÎM JI TEVGERA JINÊN KURD NERIHET DIBE'
 
Eren Keskînê diyar kir ku rejîma heyî ya Îranê ji tevgera jinên kurd nerihet dibe û Jîna Emînî ya ku di 13'ê Îlona 2022'yan de ji ber ku çarşefa xwe bi rêkûpêk negirtibû ji aliyê "polîsên exlaqê" ve hatibû qetilkirin bi bîr xist. Eren Keskînê got: “Bi taybetî tevgera jinên kurd rejîmê bi awayekî cidî nerihet dike. Têkoşîna jinan, wekî mînak dirûşmeya 'Jin, jiyan, azadî' piştî mirina Jîna Emînî di encama tundiya li girtîgehê de bû sembola tevgerên jinan ên li çar aliyê cîhanê. Di hefteyên dawî de bertekên jinan ên li hemberî çewisandina bi darê zorê û xwepêşandana tazî ya jinê, hêza têkoşîna jinan û helwesta wê ya wêrek a li dijî rejîmê eşkere dike. Tevgera jinê bi komkirina gelên bindest di warekî hevpar de jinên ji gelek beşên civakê tîne cem hev. Ji ber vê yekê, tevgerek wê heye ku xwedan kapasîteya berfirehbûnê ya zêde ye û dikare bi lez mezin bibe. Rejîmên serdest ên mêr, mîlîtarîst û kolonyalîst her tim ji tevgerên bi vî rengî nerehet bûne. Ya ku li Îranê diqewime tam ev e. Têkoşîna jinê hem li hundir hem jî li derve dike qada rexneyê. Bertekên tevgerên jinan ên li dijî rejîmê li hemû cîhanê zêde dibin û ev yek rêveberiyê dixe nava rewşeke dijwar."
 
‘ÎDAM NAYÊ QEBÛLKIRIN'
 
Eren Keskînê destnîşan kir ku darvekirin ji aliyê mafên mirovan ve rêbazeke cezakirinê ye ku nayê qebûlkirin û got ku Girtîgeha Evîn a Îranê pîvaneke girîng a vê mijarê ye. Eren Keskînê got: “Zehmet e li cîhanê girtîgehek ku bi rêbazên bi vî rengî veşartî tevbigere. Mînak, ji girtîgehê bi tunelên ku ji hundir ve hatine kolandin, dikarin xwe bigihînin Tehranê. Ev girtîgeh berhema avahîya dewleta kûr a Îranê ye, ji ber ku di serdema Şah de cîhê ragirtina muxalif bû. Di dema desthilatdariya îslamî de jî heman kar berdewam kir. Binpêkirina mafan di vê girtîgehê de hem di dema Şah û hem jî di dema desthilatdariya îslamiyan de berdewam kir. Mixabin ev rêbaz li Îranê bi awayekî berfireh tê bikaranîn."
 
Eren Keskînê diyar kir ku jinên di nava tevgera jinên kurd de hewl dane binpêkirinên li vê girtîgehê bi rêya nameyan ji raya giştî re ragihînin û wiha got: “Lê belê ez bawer dikim ku cîhan li dijî vê tam deeng dernexistiye. Di destpêka salên 1990’î de me kampanyayeke bi dirûşmeya ‘Îdam kuştin e’ da destpêkirin. Ev kampanya di asta navneteweyî de hat qebûlkirin û têkoşîna komeleya me di rakirina cezayê darvekirinê de li Tirkiyeyê roleke mezin lîst. Îdam, kuştina bi destê dewletê ye. Di warê mafên mirovan û hiqûqê de cezayê îdamê cezayekî giran û bêveger e ku mafê jiyanê binpê dike. Berdewamkirina vê kiryara rejîma Îranê nîşana berdewamiya binpêkirina mafên mirovan e."
 
'JI BO TEPISANDINA TEVGERA KURD E'
 
Eren Keskînê bal kişand ser vê yekê ku cezayên darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradiyê hatin birîn di encama polîtîkayên "dewletên kolonyalîst" de ne û got: "Ev cezayên hanê bêguman nîşaneya îradeya siyasî ya rejîma Îranê ya tepeserkirina tevgera kurd e. Cezayên îdamê û pêkanînên li girtîgehan di encama çaresernekirina pirsgirêka kurd de derdikeve holê. Me berê li Girtîgeha Amedê an jî li girtîgehên Sûriyeyê binpêkirinên bi vî rengî dîtin. Ev polîtîkayeke hevpar a dewletên kolonyalîst li dijî pirsgirêka kurd e. Binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Evînê tên jiyîn jî nîşaneya zexta li ser tevgera jinên kurd e. Têkoşîna van jinan ji bo rejîmê wekş xeteriyeke mezin tê dîtin."
 
Eren Keskînê diyar kir ku divê krîza mafên mirovan a li Îranê zêdetir were rojevê û got: “Pirsgirêka kurd di qada navneteweyî de bi têra xwe balê nakişîne. Ji bo serdestên cîhanê hin berjewendî li pêştir in, lewma pirsgirêka kurd bi giştî li paş tê xistin. Sedemeke girîng a vê yekê jî ew e ku Îran weki sindoqeke girtî tevdigere. Îran bi sepandina qedexeyên tund li ser rêxistinên nehikûmî hewl dide ku rê li binpêkirina mafên mirovan bigire. Em weki ÎHD’ê her tim li dijî binpêkirinên mafên mirovan ên li Îranê nameyan dişînin û daxuyaniyan didin. Mînak beriya du mehan me li ber konsolosxaneya Îranê ya li Stenbolê daxuyaniyek çapemeniyê da. Lêbelê, tişta ku em dikarin bikin bi sînor e. Em dikarin van binpêkirinan bînin rojevê û daxwazên xwe bînin ziman; Çareseriyên siyasî bi helwesta civaka navneteweyî û dewletên serwer ve girêdayî ye. Ji bo binpêkirina mafên mirovan zêdetir bikeve rojevê divê em xebatên xwe bidomînin."
 
WERÎŞE MÛRADÎ
 
Endama Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Muradî di 1’ê Tebaxa 2023’yan de ji aliyê Pasdarên Şoreşa Îranê ve hat binçavkirin. Werîşe Mûradî ji aliyê Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Tehranê ve bi hinceta "endamtiya rêxistinê" cezayê îdamê lê hat birîn.
 
PEXŞAN EZÎZΠ
 
Rojnamevana kurd û parêzvana mafên jinan Pexşan Ezîzî ku di 4’ê Tebaxa 2024’an de ji aliyê hêzên Îstixbarata Îranê ve hatibû binçavkirin, di 24’ê Tîrmeha 2024’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi hinceta “propagandaya rêxistinê kiriye” û “piştgirî daye rêxistinên li dijî dewletê" cezayê îdamê lê hat birîn. 
 
MA / Ferdî Bayram