Meteorolojiyê ji ber barînan bakurê Kurdistanê hişyar kir

  • rojane
  • 09:25 19 Mijdar 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê di rapora xwe ya rewşa hewayî de ji bo bajarên bakurê kurdistanê hişyariya barînê kir. 
 
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê rapora xwe ya rewşa hewayî ya îro weşand. Di raporê de ji bo Herêma Serhedê (Ji bilî Meletiyê) û rojhilatê Kurdistanê got ku dê barîn hebin. Midûriyetê da zanîn ku li deverên bilind ên bakur û rojhilatê Serhedê berf û şilope bibare. 
 
Midûriyetê diyar kir ku piraniya bajarên bakurê Kurdistanê dê biewr bin û di saetên nîvro de jî li rojhilatê welêt barîneke zêde bibare.