Rewşa xwedîkirina qazan nebaş e

  • rojane
  • 09:00 19 Mijdar 2024
  • |

QERS - Hacer Yurulli ku li Qersê qazan xwedî dike, diyar kir ku ji ber çewlikên qazan ên hatine avakirin û zêdebûna lêçûnan ew zehmetiyê dikişînin.

Dema ku behsa xwedîkirina qazan tên kirin, bajarê ku ewilî tê bîra mirov, Qers e. Hacer Yurulli ya ku 10 sal in li Qersê qazan xwedî dike, diyar kir ku ji ber çewlikên qazan ên hatine avakirin zêdebûna lêçûnan xwedîkirina qazan hatiye asta qedandinê.
 
KAREKÎ ZEHMET E
 
Hacer Yurulliyê diyar kir ku xwedîkirina qazan karekî zehmet e û ew ji Adarê heta Mijdarê qazan li derve bi gîha xwedî dikin. Hacer Yurulliyê wiha got: “Em êvaran jî wan bi ceh xwedî dikin. Li gor heyaman êmên qazan hene. Em zivistanê ceh didin wan. Di dema hêkkirin û qurpketinê de em em danekê ceh û danekê jî nan didin qazan. Lêçûnên xwedîkirina qazan, li gor par zêde bûna. Par bihayê tonek cehê ku me ji qazan re kirî 3 hezar TL bû, îsal bûy 7 hezar TL. Ji ber lêçûna zêde em neçar in îsal her qazeki di navbera 2 hezar û 500 TL û 3 hezar TL'yî de bifroşin. Par me bi hezar û 500 TL'yî ew difirotin. Ji ber zêdebûna bihayaan firotina qazan jî kêm bûye."
 
'ÇEWLIKÊN QAZAN EM QEDANDIN'
 
Hacer Yurulli da zanîn ku di salên dawî de li Qersê çewlikên qazan ên hatine avaêkirin derbeke mezin li xwedikırına qazên li taxan xistine û wiha got: “Lê belê ferqeke mezin di navbera qazên ku li çewlikan tên xwedîkirin û li taxan tên xwedîkirin de heye. Qazên li çewlikan bi awayekî xwezayî nayê xwedîkirin. Ji bilî vê, ew her tim di hawirdoreke girtî de ne. Ji ber vê yekê goştê wan ne xweş e. Lêbelê, em hem ceh didin qazên ku em xwedî dikin û hem jî dihêlin ew li derve biçêrin. Dîsa goştê qazê ku li çewlikan tên xwedîkirin, bêyî ku were hişkkirin, tê firotin. Lê belê divê goştê qazê Qersê yê rast bê hişkkirin û wiha bê firotin. Em qazên ku serjêdikin goştê wan 2 rojan di nava ava bixwê de dihêlin. Paşê em wan derdixin û ji bo hilk bibe didin ber tavê. Ji ber ku av ji goşt dadiwerive, goşt fîre nade. Mesela em bêjin qaza tê serjêêkirin 3 kîlo be, gava tu wê hilk dikî dadikeve 2 kîloyan. Yanî goştê heqîqî yê qazan ê hişkkirî ye û tama wê ji ber vê ye." 
 
Hacer Yurlliyê bilêv kir ku li gel qazan şamiyan jî xwedî dike û got ku xwedîkirina şamiyan li gor ya qazan zehmettir e. 
 
MA / Mehmet Guleş