Ji ber ku nexwest biçe ‘qawîşa kesên serbixwe’ tehliyeya wê taloq kirin

  • rojane
  • 14:17 15 Mijdar 2024
  • |

STENBOL - Elîf Yaş ev 30 sal in di girtîgehê de ye û tehliyeya wê hate taloqkirin. Parêzera Yaş, Seher Dursun da zanîn ku muwekîla wê neyînî bersiv daye pirsa “Gelo hûn qet fikirîn derbasî qawîşa kesên serbi xwe bibin” lewma Lijneya Îdare û Çavdêriyê tehliyeya wê ji bo 6 mehan taloq kiriye. 

Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re têkildarî Elîf Yaş a ku di sala 1994’an de hate girtin, 30 sal in li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin û tehliyeya wê ji bo 6 mehan hate taloqkirin li şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ya li Beyoglûyê daxuyanî da. Parêzera Yaş, Seher Dursun, Alî Ekber Sever û Ergîn Çîçekler ên piştî 30 salan hatin berdan jî tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Di daxuyaniyê de ji ewil parêzer Seher Dursun axivî û got ku muwekîla wê zexta “poşmantiyê” qebûl nekiriye lewma tehliyeya wê hatiye taloqkirin. Dursun, wiha domand: “Dê 6 meh piştre dîsa derkeve pêşberî Lijneya Îdare û Çavdêriyê. Em nizanin dê çi bibe lê sepan nîşanî me didin ku dê hineke din dirêj bibe. Hema hema tehliyeya temamiya girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê hatine taloqkirin. Elîf bawerim kesa 16’emîn e. Poşmantiyê li girtiyan ferz dikin û pirsa ‘çima li qawîşên rêxistinkirî dimînî’ jê dikin. Tenê pirsa ‘Gelo tu qet fikirî ku derbasî qawîşa kesên serbixwe bibî’ ji Elîfê hatiye kirin. Elîfê jî gotiye ‘Na. Ez qet nefikirîme.’ Ji ber vê bersivê dê 6 mehên din di girtîgehê de bimîne.” 
 
‘NÎŞANEYA HIQÛQA DIJMINATIYÊ YE’
 
Dursun, da zanîn ku lijne piştî pandemiyê bibandor bûn û wiha pê de çû: “Tekane hiqûqnasê li wir dozgerê girtîgehê ye. Endamên din ên lijneyê, xebatkarên li wir in. Ev kes derheqê şoreşgeran de biryaran didin. Dibêjin qey bi vî awayî wan ceza dikin. Ev lijneye mîna dadgehan tevdigerin. Bi rastî jî em bi hiqûqeke dijminatiyê re rû bi rû ne.” 
 
‘DÊ NEKARIN GIRTIYÊN ŞOREŞGER TESLÎM BIGIRIN’ 
 
Alî Ekber Sever ku piştî 30 salan hate berdan jî ev tişt anî ziman: “Lijneyên Çavdêriyê pirsên weke ‘Te çima bi psîkolog re hevdîtin nekir, tu çima nexweş nebû?’ dikin. Têkoşîna li dijî zext û zora faşîzmê hêsan e lê ya ku me diwestîne, bêmentiqiya wê ye. Yanî ji ber ku ez nexweş bûme ma dibim sûcdar. Du caran ji ber ku li qawîşa rêxistinkirî dimînim û poşman nebûme 3 meh û 6 mehan tehliyeya min taloq kirin. Di dema lijneya sêyemîn de bêyî hevdîtinê hatim tehliyekirin. Ev yek nîşan dide bê ka sepanekî çiqas keyfî ye. Çi bikin jî dê nekarin girtiyên şoreşger teslîm bigirin.” 
 
‘BI QANÛNÊN XWE NAKIN’
 
Ergîn Çîçekler ê piştî 30 salan hate berdan jî wiha got: “Girtiyan xiyanet li pêşeroja gelan nekirin lewma bedelên giran dan. Dewlet, piştî 30 salan dixwaze şoreşger serî bitewînin. Dema mijar dibe burjuva, faşîst an jî zext, dema bêçare dimînin êdî tu sînorê ehmeqiya wan namîne. Bi sedan girtiyên li gorî qanûnên dewletê dema xwe tije kirin hene. Li gorî qanûnên wan van girtiyan înfaza xwe jî neşewitandine. Anku tu hincet nînin. Lê çi bikin jî dê bi ser nekevin.” 
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku dê di 19’ê mijdarê de ji bo Yaş li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyanî were dayin.