Li Stenbolê 4 kes hatin girtin

  • rojane
  • 15:26 2 Mijdar 2024
  • |
img
STENBOL - Li Stenbolê ji 20 kesên hatibûn binçavkirin 4 jê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. 
 
Di 30’ê cotmehê de li navçeyên cuda yên Stenbolê bi ser gelek malan de hate girtin û solîsta Koma Hevra Zeynep Dogan û rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî di nav de  20 kes bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin binçavkirin.
 
Kesên hatibûn binçavkirin birin Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê. 12 kes bêyî îfadeya li dozgeriyê bi şertê kontrola edlî hatin berdan û 8 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Ferişîn Kaya, Nûrşîn Orakçi, Abdulsamed Tûran û Îsmaîl Sever ên sewqî dadgehê hatin kirin bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.