Keçecî yê ÎHD’î: Mafê jiyanê yê girtiyan tune tê hesibandin

  • rojane
  • 09:00 2 Mijdar 2024
  • |
MÊRSÎN - Rêveberê Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Bekîr Sitki Keçecî diyar kir ku ji ber lêgerîna tazî û ya nava dev mafê tedawiyê yê girtiyan tê astengkirin û wiha got: “Dewlet mafê jiyanê tune dihesibîne.”
 
Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a sala 2023’yan li girtîgehan herî kêm 23 hezar û 899 binpêkirinên mafan pêk hatin. Noxteya di nava binpêkirinan de derket pêş, bû mafê xwe gihandina mafê tenduristiyê yê girtiyan. Bi taybetî berdana girtiyên siyasî tê astengkirin. Sewqên nexweşxaneyan jî ji ber ferzkirina lêgerîna tazî, ya nava dev û mûayeneya bikelemçe nayên kirin. 
 
 
Sekreterê Şaxa ÎHD’a Mêrsînê û Berdevkê Komîsyona Girtîgehan Bekîr Sitki Keçecî bi lêv kir ku li girtîgehên li Mêrsînê jî heman rewş heye. Keçecî, rewşa girtiyên nexweş weke “birîna civakê ya nayê kewandin” penase kir û da zanîn ku li girtîgehan bi ser 5 hezar û 800’î de kesên 65 salî mezintir hene û li gorî daneyên 2023’yan hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Keçecî, da zanîn ku ji van girtiyan 651 girtiyên nexweşên giranin û wiha got: “Mafê xwe gihandina tenduristiyê yê girtiyên nexweş û girtiyên nexweşên giran her tim tê binpêkirin. Girtiyên li dijî lêgerîna tazî û lêgerîna nava dev derdikevin bêyî biçin nexweşxaneyê dîsa vedigerin girtîgehê. Binpêkirina mafê xwegihandina tenduristiyê hewldana mûayenekirina girtiyên jin a ji aliyê bijîjkekî ve di bin çavdêriya cendermeyan de bi rengekî ku rûmeta wan a mirovahiyê tine bike ye. Yek ji binpêkirinên mafên xwe gihandina tenduristiyê kêm be jî mûayene nekirina bijîjkan a nexweşan e ku derveyî etîka pîşeyî ya bijîjkan e.”
 
‘MAFÊ JIYANÊ TÊ BINPÊKIRIN’ 
 
Keçecî yê got ku “Mafê herî girîng ê mirovan mafê jiyanê ye” ev tişt gotin: “Dewlet gefê li vî mafê jiyanê dixwe û tune dihesibîne. Mirovekî 88 salî ku bi felc e û nikare bimeşe, dê çawa li derve gefê li dewletê bixwe? Peywîr û berpirsyartiya dewletê ye ku demildest girtiyên nexweş berde û hemû astengiyên li pêşiya xwegihandina tenduristiyê ya girtiyên nexweş rake. Yekane astengiya li pêş mafê jiyanê yê van mirovan zext û qanûnên cihekar ên dewletê ne. Divê ev bên rakirin. Divê temamê girtiyên nexweş, ji ber mafê jiyanê bên berdan.”