ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 2 Mijdar 2024
  • |
img
* Ji roja ku gengeşeyên "pêvajoya nû" ku ji aliyê Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ve di 2'yê Cotmehê de hatin destpêkirin, li ser Rojava, Şengal û Mexmûrê bi sedan êriş hatine kirin. Di van êrişan de zarok jî di nav de 27 kesan jiyana xwe ji dest dan, 688 kes hatin binçavkirin, 26 kes hatin girtin û qeyûm tayinî şaredariyekê hat kirin.
 
* Dayika Sezer Alan ê ku li Girtîgeha Îdirê bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da Selma Karadereyê, behsa îşkenceyên li girtîgehê li kurê wê hatine kirin kir û got: “Ew xwe nakujin. Wan dikujin, didin kuştin û wekî xwe kuştibin didin der." 
 
* Rêveberê Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Bekîr Sitki Keçecî diyar kir ku ji ber lêgerîna tazî û ya nava dev mafê tedawiyê yê girtiyan tê astengkirin û wiha got: “Dewlet mafê jiyanê tune dihesibîne.”
 
* Mîhrîcana Şanoya Jinan a Amedê di 5'ê Mijdarê de dest pê dike. Ji lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê Zeycan Ateşê hemû jinan vexwend mîhrîcanê. 
 
* Li bajarokê Komirê yê Semsûrê dê mihrîcana zarok û ciwanan bê lidarxistin. (10.00-16.00) 
 
* Meclisa Jinan a HDK’ê dê 13’emîn konferansa xwe ya jinan li Navenda Çand û Hunerê ya Dr. Kadîr Topbaş a li Sancaktepe ya Stenbolê li dar bixe. (10.00-17.00) ZINDΠ
 
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan dê li Amedê tev li civîna gel bibe. (10.30) ZINDΠ
 
* Li Amed, Êlih û Colemêrgê dê çalakiyên heftane yên malbatên windakiriyan pêk werin. (12.00) 
 
* Dayikên Şemiyê dê li Qada Galatasarayê bên bahev. (12.00) 
 
* Têkildarî girtiyên nexweş dê li Îzmîr, Enqere û Stenbolê daxuyanî bên dayîn. (13.00) 
 
* Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê dê têkildarî girtina Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer û tayînkirina qeyûm a şûna wî li Qada Topçû daxuyaniyê bide. (13.00)