Li Sêrtê 10 kes hatin girtin

  • rojane
  • 21:01 1 Mijdar 2024
  • |
img
SÊRT - 24 kesên ku di dema operasyona Herekolêde hatibûn binçavkirin, 10 ji wan hatin girtin.
 
Tirkiyeyê di 28’ê Cotmehê de li Deşta Çemêkarê ya herêma Herekol a Sêrtê operasyona leşkerî dabû destpêkirin û di dema operasyonê de 24 kes binçav kiribûn. Ji kesên hatin binçavkirin 10 kes hatin girtin. 
 
Ji kesên hatibûn binçavkirin, 8 jê piştî îfadeya li Fermandariya Cendirmeyan a Sêrtê duh serbest hatibûn berdan û 16 ji wan îro sewqî Edliyeya Sêrtê hatin kirin. Gerîlayên HPG'ê Îlhan Tekînalp û Recep Kipkaç piştî îfadeyên wan ên li dozgeriyê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê hatin kirin bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û gundiyên bi navê Geliye Yilmaz, Mehmet Salîh Taşçi, Reber Taşçi, Hacî Taşçi, Davût Taşçi, Delîl Taşçi, Metîn Taşçi, Hamît Eşlîk bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin. Ayşe Taşçi, Resûl Bûldûk, Omer Kaçar, Omer Kaymaz, Abdulhamîd Kaymaz, Hatûn Kaymaz serbest hatin berdan.