Li Cizîrê 4 kes hatin girtin

  • rojane
  • 18:26 1 Mijdar 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Li Cizîrê 4 kesên ku di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin hatin girtin. 
 
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 30’yê Cotmehê de serê sibê di serdegirtina malan de Abdulkerîm Uzen, Welat Karagoz, Serdar Çagînnî, Rênas Dûymak hatin binçavkirin û Fetûllah Yusuf Kaplan jî dema li nexweşxaneya Dîlokê dihat derman kirin bi îşkenceyê hat binçavkirin. 4 kesên ku li Midûriyeta Polîsan a dihatin girtin îfadeyê wan hat girtin û îro sewqî Edliyeya Şirnexê hatin kirin.
 
Ji kesên hatin binçavkirin Abdulkerîm Uzen piştî îfadeyê midûriyeta polîsan serbest hat berdan. Welat Karagoz, Serdar Çagînnî, Rênas Dûymak û Fetûllah Yûsûf Kaplan jî piştî îfadeya li dozgeriyê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê der barê her sêyan de biryara girtinê da û ew şandin girtîgehê.