Li ser sînorê Kobanê pîrozbahiya 1’ê Mijdarê: Kobanê ji bo gelan bû hêvî

  • rojane
  • 14:36 1 Mijdar 2024
  • |

RIHA - Girseya ku bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Pirsûsê hate gel hev, derbasî gundên li hemberî Kobanê bûn û peyama berxwedanê dan.

Bi pêşengtiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP, bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li gundên navçeya Pirsûsê ya Rihayê pîrozbahî hate kidarxistin. Pîrozbahî bi dirûşma “Şoreşa Rojava hêj jî hêviyê dide gelan” hat lidarxistin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar, endama Meclisa Partiyê (PM) a Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, Hevşaredarê Pirsûsê Muslum Baran û gelek kes tev li bûn. 
 
Girseya ku li nêzî gund hate gel hev, bi dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê", "Kobanê neket dê nekeve” û “Her der Kobanê her der berxwedan” meş li dar xist. Di meşê de pankarta  "1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz be” hate hilgirtin û gelek caran çepik hatin lêxistin û tililî hatin avêtin. Piştî meşê jî daxuyanî hate dayin. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Bekir Karakeçîlî Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û wiha got: “Şoreşa Kobanê şoreşa jinê ye. Bedelên giran hatin dayin. Ji bo jiyaneke wekhev û azad têkoşîneke mezin hate dayin. DAIŞ têk çû lê êrişên ser Kobanê hêj didomin. Kobanê neket û dê nekeve.” 
 
‘KOBANÊ BERXWEDANA ME YE’ 
 
Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar jî bi bîr xist ku berxwedana Kobanê 135 rojan domiyaye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji 7 salî heta 70 salî her kes tev li berxwedanê bû. Kobanê, berxwedana me ye. Em wan kesên rûmeta mirovahiyê parastin silav dikin. Kobanê ji DAIŞ’ê re bû goristan. Kobanê ji bo hemû gelên cîhanê bû hêvî. Nîşan da ku serî natewîne. Bijî berxwedana Kobanê.”
 
'KOBANÊ TEVÎ ÊRIŞAN JÎ LI BER XWE DIDE’ 
 
Endama PM’a ESP’ê Beycan Taşkiran jî wiha got: “Em Kobanê ya li hemberî me silav dikin. Em silavên xwe ji bo her kesên ji bo jiyaneke wekhev û azad têdikoşin re dişînin. Em 33 rêwiyên xeyalan ên ji bo avakirina jiyaneke nû ya li Kobanê derketin rê jî bi bîr tînin. Çi dikin bila bikin dê nekarin me ji nirxên me dûr bixin. Kobanê tevî êrişan jî li ber xwe dide. Em wan silav dikin. Em ê bi ser kevin.”  
 
Çalakî bi dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Jin, jiyan, azadî” û bi stranên berxwedanê bi dawî bû.