Bertek nîşanî girtina parêzer Sarsilmaz dan: Em ê serî netewînin

  • rojane
  • 14:22 31 Cotmeh 2024
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên hiqûqê yên lig elek bajaran girtina parêzer Bedîrhan Sarsilmaz protestokirin wiha gotin: “Em peyhatiyên kevneşopiyekê ne ku bêyî em li dijî tu zextan serî bitewînin ji bo hiqûqê têkoşiyane.”
 
Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) yê Stenbolê Bedîrhan Sarsilmaz di 28’ê cotmehê de bi hinceta xebatên xwe yên pîşeyî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. Girtina Sarsilmaz li gelek bajaran hate protestokirin. Li ber Edliyeya Amedê daxuyaniyeke girseyî hate dayîn. Serokê Baroya Amedê Abdûlkadîr Guleç jî beşdarî daxuyaniyê bû. Serokê Baroya Amedê Abdûlkadîr Guleç, wiha got: “Em helwesta darazê êrişeke li dijî xwe dibînin. Binçavkirina hevalê me êrişeke li dijî parastinê û pîşeya parêzeriyê ye. Em ê bêdeng nemînin.”
 
‘MAFÊ PARASTINÊ HATE BINPÊKIRIN’ 
 
Rêvebera Şaxa OHD’a Amedê Zeynep Karayilan metna hevpar xwend. Karayilan bi bîr xist ku dema Sarsilmaz di 24’ê cotmehê de li eywana danişînê muwekîlê xwe diparast hatiye binçavkirin û got: “Tevî ku hêj danişîn bi dawî nebûbû jî dadgeha ku darizandin didomand, bicihanîna peywîra cemaweriyê ya hempîşeyê me paşguh kir, binçavkirina wî ya ji aliyê polîsan ve temaşe kir, astengkirina peywîra cemaweriyê ya hempîşeyê me û mafê parastinê yê muwekîlê me paşguh kir. Hempîşeyê me 4 rojan bêyî hincet li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê hatiye ragirtin, mafê hevdîtina wî ya bi parêzeran re 24 saetan bi awayekî bêhiqûqî hatiye astengkirin.”
 
Karayilan, bal kişand ku derbarê Sarsilmaz de li dijî Qanûna Parêzeriyê lêpirsîn hatiye meşandin û di encama lêpirsîna hatiye destpêkirin de dadgehê bêyî nirxandinekê bike biryara girtina hempîşeyê wan daye. 
 
‘EM Ê LI DIJÎ ÊRIŞAN LI BER XWE BIDIN’ 
 
Karayilan, destnîşan kir ku girtina Sarsilmaz a bi hincetên xebatên pîşeyî li dijî parastinê û pîşeya parêzeriyê êrişeke û ev tişt gotin: “Ev di kesayeta hempîşeyê me de gefeke li parêzeran e. Em peyhatiyên kevneşopiyekê ne ku bêyî li dijî tu zextan serî bitewînin ji bo hiqûqê têkoşiyane. Di serî de baro û rêxistinên hiqûqî em hemû hiqûqnas û rayagiştî ya demokratîk vedixwînin ku li dijî êrişên di kesayeta Bedîrhan Sarsilmaz de li ser parastinê û pîşeya parêzeriyê tên meşandin.” 
 
WAN
 
Li Wanê hiqûqnasan, li ber edliyeyê daxuyanî da. Gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê Şaxa OHD’ê Mûrat Ozçîçek daxuyaniya hevpar xwend. Di daxuyaniyê de dirûşma “OHD bêdeng nebû, dê bêdeng nebe” hate berzkirin. 
 
COLEMÊRG
 
Şaxa OHD’a Colemêrgê li ber Edliyeya Geverê daxuyanî da. Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan û gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê Şaxa OHD’ê yê Colemêrgê Ferît Atasoy metna hevpar xwend û xwest ku Sarsilmaz demildest were berdan. 
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû. 
 
RIHA 
 
Girtina Sarsilmaz li ber Baroya Rihayê jî hate protestokirin. Parêzer, rêveberên DEM Partî û DBP’ê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Hevseroka Şaxa OHD’ê Meral Halat, diyar kir ku binçavkirina Sarsilmaz a li eywana dadgehê weke êrişa li dijî parastinê ye û wiha got: “Zext û gefên desthilata siyasî û lêpirsîn, binçavkirin û biryarên girtinê yên li hemberî parêzeran, di şexsê hempîşeyê me de gefek li parêzeran e.”
 
ENQERE 
 
Rêxistinên hiqûqê li Enqereyê li ber Edliyeya Sihiyeyê hatin bahev. Hevserokê Şaxa OHD’a Enqereyê Ferdî Sîdar banga têkoşîna hevpar li hemû rêxistinên hiqûqê kir. 
 
ŞIRNEX
 
Li Şirnexê parêzeran li ber Edliyeya Cizîrê daxuyanî dan û bertek nîşanî girtina Sarsilmaz dan. Serokê Baroya Şirnexê Abdûllah Findik jî tev li daxuyaniyê bû. Endamê OHD’a Şirnexê Sedat Sulger metna daxuyaniyê xwend. 
 
MÊRDÎN
 
Li Mêrdînê jî OHD, parêzerên baroyê û endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li ber edliyeyê hatin bahev. Hevserokê Şaxa OHD’ê Lokman Emen, metna çapemeniyê ya hevpar xwend û xwest ku Sarsilmaz were berdan. 
 
ÊLIH 
 
Gelek parêzer tev li daxuyaniya li ber Edliyeya Êlihê hate dayîn bûn. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê jî tev li daxuyaniyê bû. Di daxuyaniyê de pankarta “Parastin dê serî netewîne” hate vekirin. Endamê OHD’ê Ferhat Altinkaynak metna hevpar xwend.