TEV-DEM: Divê mirovahî xwedî li Rojava derkeve

  • rojane
  • 14:05 31 Cotmeh 2024
  • |
img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya TEV-DEM’ê di salvegera 10’emîn a Roja Kobanê ya Cîhanê de bal kişand ku gefên li ser destkeftiyên herêmê zêde bûne û banga xwedî derketina "Şoreşa Rojava" kir.
 
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi minasebeta 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku çeteyên DAIŞ’ê di 15’ê îlona 2014’an de bi desteka hêzên derve û herêmî, li hemberî Şoreşa 19’ê Tîrmehê (2012) êrişî Kobanê kirine û dewleta tirk jî bi hemû derfetên xwe piştgiriya çeteyan dikir. 
 
Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li ser banga seferberiyê ya Rêber Abdullah Ocalan, li tevahiya Kurdistanê û cîhanê şoreşger, demokrat, aştîxwaz rabûne ser piyan û wiha hate gotin: “Li Kobanê berxwedana dîrokî hat nîşandan. Xeyalên komploger û faşîzma Tirkiyeyê hatin têkbirin. Li ser axa Kobanê mirovahî hat parastin. Lewma bi dehan wergirên xelata nobelê, dîroknas, fîlozof, nûnerên rêxistinên civak, kesayetên navdar ên cîhanê 1 Mijdara 2014 wekî roja xwepêşandan û piştgiriya keleha berxwedanê Kobanê îlan kir. Li seranserê cîhanê milyonan insan daketin qadan, Kobanê vegeriya bajarekî  cîhanî. Cîhanê fêm kir ku Kobanê ji bo nirxên tevahiya mirovahiyê parastina demokrasî û pêşeroja dike.”
 
Di dawiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ku di 10’emîn salvegera 1’ê Mijdarê de metirsiyên li ser destkeftiyên berxwedana Kobanê didomin û ev bang hat kirin: “Dîsa çavên dagirker, çete û plangeran li ser têkbirina deskeftiyên berxwedana Kobanê û Rojavayê Kurdistanê ne. Em banga xurtkirina piştgiriya cîhanî  ji bo Rojavayê Kurdistan û deskeftiyên gelan ên li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dikin. Rojava ji bo mirovahiyê berxwedan kir, pêwiste mirovahî xwedî li Rojava derkeve.”