Çawişê pispor bi 12 kîloyên tiryakê hate girtin

  • rojane
  • 12:01 31 Cotmeh 2024
  • |
img
DÊRSIM - Çawişê pispor Enese Kazim Guldur ê li Dêrsimê peywira xwe dike, bi 12 kîlo û 600 gramên tiryakê hate girtin. Ji bo Guldur biryara girtinê hate dayin. 
 
Di wesayîta çawişê pispor ê bi navê Enes Kazim Guldur de ku li Dêrsimê peywirdar bû, lêgerîn hate kirin û 12 kîlo û 600 gramên tiryakê hatin girtin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, tayîna Guldur 2 meh berê derket Dêrsimê. Hat zanîn ku Guldur di 26’ê cotmehê de li Dêrsimê bi wesayîta kirê kirî ji ewil çû Erziromê, piştre derbasî Êlihê bû û ji wir jî hate Amedê û demekê li vir ma. Guldur, piştre vegeriya Dêrsimê û di 28’ê cotmehê de malbata xwe jî girt cem xwe û ber bi Kayseriyê ve kete rê. Wesayîta Guldur li Kayseriyê hate sekinandin û di lêgerînê de 12 kîlo û 600 gramên tiryakê hatin dîtin. Guldur ê hatî binçavkirin, hevjîna wî û kesekê din ê li cem wan di 29’ê cotmehê de ve derxistin dadgehê û hatin girtin.