Bi milyonan xwendekar dê nekarin bi zimanê dayikê perwerde bibin

AMED - Bi milyonan zarok dê nekarin di sala nû ya perwerde û fêrkirinê de bi zimanê dayikê perwerde bibin. Hevserokê Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Senê ya Amedê Faruk Ercan wiha got: “Perwerdeya bi zimanê dayikê mafê jiyanê ye.” 
 
Sala nû ya perwerde û hînkirinê dê di 9’ê îlonê de dest pê bike. Di serî de zarokên kurd, bi milyonan zarokên ji neteweyên cuda dê nekarin îsal jî bi zimanê dayikê perwerde bibin. Dersa hilbijarî yên kurdî û zimanên din jî ji ber ku ji bo van zimanan kadro nayên dayin, tên rexnekirin. 
 
'PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ MAFÊ JIYANÊ YE’
 
Hevserokê Şaxa Hejmar 1 a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ê Amedê Faruk Ercan diyar kir ku ji roja damezirandina xwe heta nha Tirkiye li dijî çand û zimanê hemû neteweyên din polîtîkaya pişaftinê dimeşîne. Ercan, bi bîr xist ku di nava 10 salên dawî de jî ev polîtîkaye hate domandin. 
 
Ercan, anî ziman ku Egîtîm Sen ji destpêkê heta niha perwerdeya bi zimanê dayikê diparêze û wiha got: “Her miletek bi zimanê xwe heye. Serokkomarê AKP’î tirkên li Ewropayê dijîn hişyar dike ku xwedî li zimanê xwe derkevin. Lê belê dema em qala perwerdeya bi zimanê dayikê dikin, dibêje; ‘Hûn welêt parçe dikin.’ Em jî dizanin ku zimanê me rûmet û hebûna me ye. Lewma weke Egîtîm Senê em li her qadê dibêjin ku perwerdeya bi zimanê dayikê mafê jiyanê ye.” 
 
‘GELÊ ME DIXAPÎNIN’
 
Bi domdarî Ercan dersên hilbijartî yên li Kurdistanê tên dayin rexne kir û wiha pê de çû: “Ji ber ku gelê kurd dixwaze bi zimanê dayikê perwerde bibe. Dibêje ku em dersa hilbijartî qebûl nakin. Niha xwendekarên pola 5’an dersa hilbijartî ya kurdî dibînin. Lê ne mamoste ne jî pol hene. 50 hezar kes dersa hilbijartî ya kurdî dibijêrin lê mixabin dersê didin derdora 200-300 kesan. Her wiha li zanîngehan jî beşên kurdî vekirin lê belê yên mezûn dibin nayên tayînkirin. Bi vî awayî gelê me dixapînin. Hewl didin ziman û çanda me tune bikin.” 
 
'DIVÊ ZIMANÊ ME YÊ JIYANÊ KURDÎ BE’ 
 
Ercan, bang li her kesî kir ku li malê bi kurdî biaxivin û axaftina xwe wiha qedand: “Heke em li malên xwe bi kurdî neaxivin, em nikarin bikin zimanê jiyanê. Divê zimanê me yê jiyanê kurdî be. Hewceye ev neyê jibîrkirin. Ji bo vê jî divê hemû saziyên me bi hev re biaxivin û xwedî li zimanê me derkevin.”