Rojnameger Vîda Rabbanî li Îranê hate berdan

  • jin
  • 12:15 10 Nîsan 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Vîda Rabbanî ku ji ber şopandina çalakiyên “Jin, jiyan, azadî” hatibû girtin, hate berdan. 

Rojnameger Vîda Rabbanî ku ji ber şopandina çalakiyên “Jin, jiyan, azadî” li Îranê hatibû girtin, hate berdan. Parêzerê wê Parto Burhanpour, da zanîn ku miwekîla wî di 9’ê Nîsanê de qismekê cezayê xwe temam kiriye û bi şert hatiye berdan. 
 
VÎDA RABBANÎ KÎ YE? 
 
Vîda Rabbanî ku rojnameger û aktîvîst e, bi taybet jî bi xebatên xwe yên têkildarî mafên mirovan û mijarên civakî tê naskirin. Li Zanîngeha Tehranê beşa zanista siyasetê xwend û di mijarên binpêkirinên mafên mirovan, sepana girêdana dersokê ya bi darê zorê û hilbijartinên azad de çalak xebitî lewma gelek caran hate girtin. Cara ewil di Mijdara 2020’ê de hate binçavkirin. Di vê pêvajoyê de li Girtîgeha Evînê di hucreya yekkesî de hate ragirtin û dest bi greva birçîbûnê kir. Di Kanûna 2020’ê de bi kefaletê hate berdan. 
 
Dadgeha Şoreşê ya Tehranê di Tebaxa 2022’yan de jî bi îdiaya “heqaret li olê kiriye” 5 sal, bi îdiaya “li dijî ewlehiya neteweyî civiyaye û hevkarî kiriye” 4 sal û bi îdiaya “propagandaya li dijî dewletê” jî salek bi giştî 10 sal û 4 meh cezayê hefsê li Vîda Rabbanî birî. Nûçeyên têkildarî binpêkirinên mafên mirovan û xebatên li ser medyaya dijîtal weke hinceta van cezayan hatin nîşandan. 
 
Ji ber şopandina çalakiyên “Jin, jiyan, azadî” dîsa hate girtin. Di kanûna 2022’yan de bi îdiaya “li dijî ewlehiya neteweyî civiyaye û hevkarî kiriye” 6 sal û bi îdiaya “propagandaya li dijî dewletê” jî 15 cezayê hefsê lê hate birîn.