Li Amedê bertek li dijî tundiya li ser jinê: Çareserî xweparastin e

  • jin
  • 09:01 10 Nîsan 2025
  • |
img

AMED - Jinên Amedê diyar kirin ku sedema tundî û qetlîamên li ser jinan polîtîkaya bêcezakirinê ya di pergala baviksalarî de ye û gotin ku yekane çareserî pêşxistina rêxistinbûn û xweparastinê ye.

Ji ber polîtîkayên bêcezakirinê yên desthilata AKP'ê tundiya li ser jinê zêde bûye. Hema bêje her roj jin tên qetilkirin. Li gorî daneyên JINNEWS’ê, tenê di meha Adarê de 24 jin û 4 zarok hatine qetilkirin. Di bin şert û mercên gumanbar de 14 jin û zarokek jiyana xwe ji dest dan. Piraniya sûcdaran xizmên asta yekem in.
 
Li navçeya Amed Sûrê, têkildarî tundî û qetlîamên li ser jinan ku her tim di rojevê de ne, em bi jinan re axivîn. 
 
Berçem Taşliyê anî ziman ku ji ber tundiya li nava civakê zêde dibe ew li kolanan xwe ewle nabînin û got: "Gelo wê îro çi were serê me? Heya em bigihîjin malê wê tiştek bê serê me? Êdî tirs serdest e. Ji ber ku ceza nayên sepandin, ne edalet û ne jî hiqûq heye." 
 
Berçem Taşliyê anî ziman ku ji ber bêcezahiştinê tundî û komkujî zêde bûne û got: "Têkoşîna li dijî pergala baviksalarî kêm e. Xweparastin pêwîst e. Min bi xwe perwerdeya xweparastinê dît. Her ku em bibin yek em ê xurtir bibin."
 
RÊXISTINBÛYÎN
 
Mûnaver Başurê anî ziman ku ne diyar e xeterî wê ji ku û çawa derkeve û got: "Hema bêje roj nîne ku jin neyên kuştin. Bi awayekî xwezayî mirov nikare xwe bi ewle hîs bike. Jin tên biçûkxistin. Tenê wekî kesên ku malê paqij dikin û zarokak tînin dinê tên dîtin. Divê jin li dijî vê yekê xwe bi rêxistin bikin. Divê Peymana Stenbolê bê bicihanîn."
 
ÇIMA NECEZAKIRIN 
 
Remziye Bîçenê diyar kir ku ew ji ewlehiya zarokên xwe bi fikar e. Remziye Bîçenê diyar kir ku ew bi roj bênavber li wan digere û rewşa wan dipirse û got: "Dewlet, gava bê hesabê wê di deh deqeyan de sûcdaran dibîne. Eger ceza bihatana kirin, pirsgirêk ev qas zêde nedibû."
 
Beyza Taşliyê jî bal kişand ku azadiya jinan tê astengkirin û wiha got: "Teqez ez xwe ewle nabînim. Ger cezayên pêwîst bihatana dayîn, mêr wêrek nedibûn û jin nedihatin qetilkirin. Tu carî cezayên ku heq dikin nagirin. Divê jin bibin yek, mêr bên perwerdekirin û hişyarkirin. Divê Peymana Stenbolê bikeve meriyetê."
 
Emîne Harmanê jî anî ziman ku gava diçe kar tim li dawiya xwe dinere û bi tirs dimeşe û bal kişand ser rêxistinkirin û xweparastinê. 
 
MA / Heval Onkol