Jinan lêgerîna tazî ya wezîr înkar dike vegotin

  • jin
  • 14:00 8 Nîsan 2025
  • |
img
ENQERE - Jinên rastî zexta lêgerîna tazî hatin ku Wezîrê Dadê Tunç digot “li welatê me lêgerîna tazî teqez tune ye”, tiştên li Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê jiyayîn vegotin. 
 
Di 19’ê Adarê de li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin û girtin. Di çalakiyên li dijî girtinan jî gelek kes hatin binçavkirin. Binçavkirî, li emniyetê rastî zexta lêgerîna tazî û îşkenceyê hatin. Li dijî zexta lêgerîna tazî bertekên mezin hatin nîşandan û li ser vê yekê Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç duh daxuyanî da û got: “Li welatê me lêgerîna tazî teqez tune ye.” 
 
Di 22’yê Adarê de li Enqereyê 7 jin hatibûn binçavkirin û rastî lêgerîna tazî hatibûn. Ji wan jinan 3’yan tiştên li emniyetê jiyayîn bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re parve kirin. Jinan, ji ber fikara ewlehiyê nexwestin navên wan di nûçeyê de bên nivîsandin. 
 
POLÎS DI MIJARA LÊGERÎNA TAZÎ DE LI XWE MIKUR HATIN 
 
Jina bi navê A.B., da zanîn ku polîsan di sersibeha 22’yê Adarê de bi ser mala wê de girtiye û destên wê ji pişt ve hatine kelemçekirin û derbkirin. A.B, anî ziman ku di wesayîta emniyetê û li Şaxa TEM’ê jî polîsan hewl dane bi darê zorê serê wê biçemînin û ji ber ku li dijî vê derketiye, tundî lê hatiye kirin. A.B., wiha domand: “Ji ewil hevala min çû odeya hevdîtina bi parêzeran re. Piştre jî dengekî weke ‘hûn nikarin lêgerîna tazî bikin’ ji wir hat. Me jî got ‘Hûn îşkenceyê dikin’ û bertek nîşanî polîsan da. Ez ber bi derî ve çûm, bi destên min girtin. Piştre polîsek keniya, hate cem min û got ‘Ev îşkence nîne. Heke tu bixwazî ez ê ji te re vebêjim ka îşkence çi ye.’ Hevala min giriya û ji wir derket. Piştre ez ketim hundir. Ji min re got; ‘Ev der ne mîna derve ye. Cilên xwe biêxe em ê li ser te binêrin.’ Min lêgerîna tazî qebûl nekir. Min got; ‘Hûn tenê dikarin bi cilûbergan li ser min lêgerînê bikin.’ Li ser pêyan bûm, min sakoyê xwe derxist. Polîsan berçavka min derxistin. Piştre jî şefa wan a jin got; ‘Ev 30 sal in li vir im, ev 30 sal in em lêgerîna tazî dikin. Ev tiştekî rûtîn e.’ Min jî lêgerîna tazî qebûl nekir. 
 
NIKARIM BÊHN BISTÎNIM 
 
Piştre ji wan duyan bi stûyê min girtin û li erdê dirêj kirin. Tevekan jî çokên xwe danîn ser pişta min. Di destê şefê de lepik hebûn. Çokekî xwe danî ser rûyê min û dişidand. Pora min dihat ber çavên min û min tiştek nedidît. Diqîriyam lewma devê min jî digirtin. Ji ber ku destê wê diket ber pozê min jî, min nedikariya bêhnê bistînim. Min got ‘nikarim bêhnê bistînim.’ Dema wê jî ferq kirî, got ‘bisikite, bisikite’ û hêj bêhtir poz û devê min girt. Ev rewş demekî dirêj domiya Piştre jî lêgerîna tazî bi dawî bû.” 
 
‘YÊN LI BER XWE DIDIN TÊN ÎŞKENCEKIRIN’
 
S.G. jî destnîşan kir ku polîsan lîstika “polîsên baş û polîsên nebaş” dilîstin û ji kêliya binçavkirinê ve îşkence lê hatiye kirin. S.G., wiha got: “Dema em birin odeya hevdîtina bi parêzer re û rastî lêgerîna tazî hatin, polîsê ku qaşo bi rola polîsê baş dilîst got ‘Em baş in, lê nikarin tiştekî bikin.’ Şefa xwe nîşan da ku jin bû û got ‘Heke tu li dijî wê derkevî dê tiştên baş çênebin. Lewma lêgerîna tazî qebûl bike.’ Dema min qebûl nekirî jî yekser dest bi êrişê kirin. Dema dîtin ku hêza wan her duyan têr nake û dê qaneh nebin, sê polîsên din jî anîn. Polîsa ku jê re digotin şef qirika min şidand û ji bo dengê xwe nedim bihîstin jî dev û pozê min girt. Her sêyan bi hev re êrişî min dikirin. Dema ez diqîriyam, hevalek min a binçavkirî tirsiyaye. Polîsan jê re gotine ‘Ma te qet îşkence nedîtiye ku wiha ditirsî?’ Ji hevala jin a piştî min dixwestin lêgerîna tazî li ser ferz bikin re jî gotin ‘Ji bo kesên li ber xwe didin îşkence heye. Li hevala xwe ya li ber xwe dide binêre qet tiştên xweş neqewimîn. Li ber xwe nede, qebûl bike.’” 
 
WEZÎR ÎNKAR KIRIBÛ
 
S.G., gotina wezîr Yilmaz Tunç a “Li Tirkiyeyê lêgerîna tazî tune ye” bi bîr xist û wiha pê de çû: “Dikare tundî, îşkence lêgerîna tazî li te bike. Dikarin her tiştên dermirovî bikin. Mesele ne kirina vê ye, mesele bihîstina vê ye. Dema raya giştî bertek nîşan dide û dibêje ne wijdanî ye, wê demê weke ku nehatibin kirin tevdigerin. Ev, polîtîkaya redkirinê ye. Nexwe ew jî dizanin heye. Polîsê li Zanîngeha Enqereyê gaza îsotê diavêje me di ferqa vê de ye. Yên fermana vê didin jî di ferqa vê de ne. Bi zanebûn û ji bo pêşîlêgirtina bertekên gel wiha dikin. Mesele ne tundiya wan e, mesele ew e ku kesek vê teşhîr bike. Dê her tim înkar bikin. Lê em bi wê rastiyê dizanin.” 
 
DEWLETA ÎŞKENCEKAR
 
S.G. anî ziman ku pêvajoyên binçavkirin û girtinê êrişên sîstematîk in û wiha pê de çû: “Divê em piştevaniya xwe ya bi hevalên girtî û binçavkirî re bidomînin. Divê ev têkoşîn kolan bi kolan, kampus bi kampus were birêxistinkirin. Em bi hev re û bi têkoşîneke rêxistinkirî dikarin pêşî li vê dewleta îşkencekar bigirin.” 
 
ÎŞKENCE QEYD NEKIRIN 
 
F.A.’yê jî destnîşan kir ku piştî binçavkirinê dema ji bo muayeneyê birin nexweşxaneyê tevî şopên derbkirinê nîşan daye jî nehatine qeydkirin û got: “Ji ewil serê min çemandin, li rûyê min xistin û pora min kişandin. Pêhn li lingên min xistin. Jinekê mistek li zikê min xist. Piştî emniyetê dîsa xwestin destên min kelemçe bikin. Ji ber ku min qebûl nekir dîsa tundî li min kirin. Li erdê hatim dirêjkirin û dîsa zendikên min zivirandin. Hêj niha jî êşeke mezin di destê min de heye. Serê min xistin dîwarî û hewl dan ji piştve kelemçe bikin. Serê min jî reş û şîn bûye. Di bin çavan de xwestin lêgerîna tazî bikin. Min dizanî ku lêgerîna tazî li hevalên beriya min jî kiribûn. Xwestin ez cilên xwe derxînim lê min dernexist. Dema ji bo derxistinê bi ser min de hatin, min pal da wan. Dema xwestin li min bixin jî min xwe avêt erdê. Li erdê li min xistin. Êdî hêza min nemabû û piştre cilên min derxistin. Li erdê tazî hatim hiştin.”