Di 9 mehan de hezar û 76 jinan li dijî tundiyê serî li Baroya Amedê daye

  • jin
  • 09:02 26 Cotmeh 2024
  • |

AMED - Endama DEKAHDER’ê parêzer Şîrvan Yakût da zanîn ku di 9 mehên salê de hezar û 76 jinan ji bo tevdîrên li dijî tundiyê ji bo desteka hiqûqî daxwaz ji Baroya Amedê kirin e û piştî betalkirina Peymana Stenbolê tundiya li ser jinan zêde bûye. 

Li gorî bîlançoya 9 mehên sala 2024’an ku ji aliyê JINNEWS’ê ve hatiye weşandin; Di heyama 9 mehan de li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê 273 jin hatin qetilkirin û 148 jinan bi awayên guman jiyana xwe ji dest dan e. Piraniya jinan an ji aliyê zilamên ku pê re zewicî an jî ji aliye zilamên nas ve hatine qetilkirin. Parêzvanên mafên jinan pêkanîna qanûna bi hejmara 6284'an a ku di raya giştî de weke Peymana Stenbolê tê binavkirin û ji aliyê Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan ve hat betalkirin, weke sedema zêdebûna kuştina jinan dinirxînin.
 
Endama Komeleya Piştevaniya Halê Jinan (DEKAHDER) parêzer Şîrvan Yakut anî ziman ku di her serdemê de polîtîkaya bêcezakirinê ya dewletê dihat meşandin, lê piştî biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê ev pêla tundiyê dewam kir û zêde bû. Yakut diyar kir ku zêdebûna tundiya li ser jinabn di hejmara serlêdanên li Buroya Alîkariya Hiqûqî ya Baroya Amedê de jî tê dîtin û diyar kir ku ji bo serlêdanên di çarçoveya qanûna jimara 6284'an de serî li buroya alîkariya hiqûqî ya jinan dane. Yakut got ku di sala 2023’yan de serlêdan hezar û 337 bûn e, lê di 9 mehên pêşîn ên sala 2024’an de hezar û 76 serlêdan çêbûne. 
 
'DEWLET TEVDÎRAN NAGIRE’ 
 
Yakut diyar kir ku dewlet xwedî helwesteke parastin û bêcezakirina sûcdarên qetilkirina jinan e û destnîşan kir ku dewlet sûcdar ango faîlan neparêz e. Yakut anî ziman ku her roj jin tên qetilkirin û wiha got: "Mixabin em dizanin ku daneyên hatine eşkerekirin tenê daneyên hejmarî yên ji aliyê rêxistinên jinan ve tên girtin. Dewlet ne daneyên van komkujiyan belav dike û ne jî ji bo pêşî li van komkujiyan bigire tu xebat daye destpêkirin. Agahiyên ku hatine qetilkirin nayê zanîn, an ji aliye hevjînên xwe ve an jî ji aliyê zilamên nasên xwe ve tên qetilkirin.” Daraz û rayedar ji ber necezakirina faîlan-sûcdaran, lewma her tundî zêdetir dibe û zemîna tundiyek din tê amadekirin.”
 
'MEHANE 550 DAXWAZNAME JI DADGEHÊ RE DIÇIN’ 
 
Yakut bi bîr xist ku daneyên li ser jinan tenê ji aliyê saziyên jinan ve tên tomarkirin-berhevkirin û jin di çarçoveya qanûna jimara 6284'an de serî li Baroya Amedê didin û got: "Em dikarin bêjin ku rojane 15-20 serlêdan tên kirin. Bi taybet rojên duşemê ev hejmar digihîje 40 serlêdanan jî. Li edliyeyê jî heman rewş berdewam dike. Li gorî qanûna bi hejmara 6284'an, rayeya biryardayînê dadgerê dadgeha malbatê ye, ji ber vê yekê jî biryar û daxwazname tên kirin. Di vê çarçoveyê de mehane 500-550 jin di çarçoveya 6284’an de daxwaza qanûnên parastinê dikin û ev daxwazname ji dadgehêr e tên şandin. Bêyî ku li delîlan bigerin, nemaze ji bo tedbîrên pêşîlêgirtinê ne. Lê ka rewş li navçeyan çawa ye û çend serlêdan têne kirin, em nizanin.” 
 
TÊKOŞÎNA JINAN DIDOME 
 
Yakut da zanîn ku wê jin tevî hemû tundî û êrişan jî têkoşîna xwe ya li dijî tundiyê bidomînin û têkoşîna jinan gelek destkeftiyan bi dest xistiye û têkoşîna jinan wê nemaze li dijî desthilatdariyê bênavber bidome. 
 
MA / Şîlan Çîl