ŞIRNEX - Ji roja Serokê Giştî yê MHP’ê li Meclisê silav da wekîlên DEM Partiyê heta niha li 24 bajar û 192 navçeyên bakurê Kurdistanê bi giştî 2 hezar û 207 serlêdanên ÇED’ê hatine knirin û ji van bo 625’an biryara “Hewcehî bi ÇED’ê nîne” hate dayin.
Pêvajoya ku piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kirî, li meclisê bi avakirina “Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê” berdewam kir. Di vê pêvajoyê de qirkirina ekolojiyê ya li bakurê Kurdistanê jî bênavber domiya. Bendavên “ewlehiyê”, projeyên madenan, Santralên Enerjiya Rojê (GES), Santralên Enerjiya Ba (RES), santralên hîdroelektrîkê, texrîbatên daristanain û xebatên petrolê ku zêdetirî 41 sal in li Kurdistanê weke parçeyeke şerê taybet tên çêkirin, zirareke mezin da ekosîstema li herêmê. Bi sedhezaran kes ji neçarî xaka xwe terikandin.
2 HEZAR Û 207 SERLÊDANÊN ÇED’Ê HATINE KIRIN
Polîtîkayên qirkirina ekolojiyê ku dîrok, çand û hafizeya civakî hedef digirin, di van salên dawî ku gotina aştiyê pêş dikeve de hêj zêdetir bûne. Ji 1’ê Cotmeha 2024’an ku Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî li Meclisê silav da DEM Partiyiyan û ji hêla Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ve weke kiriyareke sembol tê dîtin heta 9’ê Tebaxa 2025’an, li bajarên bakurê Kurdistanê gelek projeyên yekser xweza û ekolojiyê hedef digirin ketin meriyetê.
Di navbera vê demê de, li 24 bajar û 192 navçeyên bakurê Kurdistanê ji bo projeyên cuda serlêdanên Nirxandina Bandora Hawirdorî (ÇED) ji bo Wezareta Hawirdor Bajarvanî û Guherîna Avhewayê hatin kirin. Ji van serlêdanan ji bo 625’an biryara “hewcehî bi ÇED’ê nîne”, ji bo 149’an jî biryara “ÇED erênî ye” hate dayin. Ji bo 753 serlêdanên ÇED’ê jî pêvajoya fermî hate destpêkirin û ji bo hinek serlêdanan jî biryarên red/îade û civînên bi gel re hate dayin. Bi 207 serlêdanan bajarê herî zêde ji bo ÇED’ê serlêdan lê hatiye kirin Dîlok e. Bi 58 biryaran herî zêde ji bo Xarpêtê biryara “Hewcehî bi ÇED’ê nîne” hate dayin. Par di navbera heman dîrokan de, anku ji 1’ê Cotmeha 2023’yan heta 9’ê Tebaxa 2024’an de jî bi giştî 2 hezar û 655 serlêdan hatin kirin û ev serlêdan li bajarên weke Dîlok, Şirnex, Meletî, Erzirom, Sêwasê zêde bûn, li 18 bajaran kêm bûn û li Dêrsimê jî mîna xwe man.
LI ŞRINEXÊ QIRKIRINA EKOLOJIYÊ ZÊDE BÛ
Bi bidawîbûna pêvajoya 2013-2015’an re texrîbata li ser ekolojiyê ya bi rêya kalekol û qereqolan dihat kirin jî zêde bû. Yek ji bajarên ku polîtîkayên qirkirina ekolojiyê niha lê zêde bûye jî Şirnex e. Salên dirêj e di bin navê “ewlehiyê” de dar tên birîn, lêgerînên petrol û xebatên madenan tên kirin û bi bendav û HES’an re her devera bajar hatiye texrîbkirin. Ji 1’ê Cotmeha 2014’an heta 9’ê Tebaxa 2025’an li bajar 116 serlêdanên ji bo ÇED’ê hatine kirin ku ji van bo 49’an biryara “Hewcehî bi ÇED’ê nîne” hatiye dayin, ji bo 4’an biryara “ÇED erênî ye” û ji bo 42’yan jî pêvajo hate destpêkirin. Herî zêde jî serlêdan ji bo GES, lêgerîna petrolê, lêgerîna madenê, hêrandin, bijartin û şûştinê hatine kirin. Salek berê jî 85 serlêdan hatibûn kirin. Serlêdanên ÇED’ê yên Şirnexê, lez da qirkirina ekolojiyê. Li gel serlêdanên ÇED’ê, ev salên dirêj e bi destê cerdevanan û bi çavdêriya leşkeran li herêmên Besta, Gabar û Cûdî û gelek herêmên din dar tên birîn. Bajar, ji hêla avê ve bajarekî dewlemend e lê ji ber van polîtîkayên qirkirina ekolojiyê, li navçeyên weke Elkê û Qilebanê gelek kanî û li Hezex û Silopiyayê jî gelek gol û rûbar hişk bûn.
DEVERÊN HAFIZEYÊ DI HEDEFÊ DE NE
Li qadên serlêdanên ÇED’ê ji bo wan tê kirin, bi maden, bendav, GES, RES, HES, birîna daran û lêgerînên petrolê re qadên parçeyeke hafizeya dîrokî hedef tên girtin. Bi projeya Bendava Ilisuyê ve Heskîf a xwedî dîrokeke 12 hezar salî hate tunekirin. Bi bendavên ewlehiyê yên îro tên çêkirin û bi xebatên madenan jî ev hafize tê tunekirin. Di navbera 1’ê Cotmeha 2024’an heta 9’ê Tebaxa 2025’an de li Amedê 153 serlêdanên ÇED’ê hate kirin. Ki gundê Korxa yê navçeya Licê ya Amedê, ji hêla Midûriyeta Herêma 8’emîn a Midûriyeta Giştî ya Rêbejan ve xebata “Kana Kalkerê, Mekanîk Plent û Tesîsa Hêrandin û Bijartinê” hate avakirin. Dema dînamît hatin teqandin jî gundên Korxa û Hêdîkê û Şikeftên Birleynê yên xwedî rabûrdiyeke 8 hezar salan e neyînî bandor bibin.
Bi heman awayî, Midûriyeta Herêma 10’an a Karûbarên Avê ya Dewletê (DSÎ), dixwaze li ser Rûbarê Nerduşê yê li bajarokê Qesirk ê navenda Şirnexê “Projeya Bendava Nerdûşê HES û Avdanî, Tesîsa Hêrandin-Şûştinê û Santrala Betonê” bixe meriyetê. Bi vê projeyê re dê gundên Xezayî, Akyildiz, Şîvesor, Aynvan, Xirabreşk û Giriyê yên Silopiyayê û gundên Behmor, Hebler, Seyrantepe, Şax, Yakacik û Keruhê yên Cizîrê di bin avê de bimînin. Rapora ÇED’ê ya vê projeyê ji hêla wezaretê ve hate qebûlkirin û bi vê projeyê re dê mekanên hafizeya dîrokî jî di bin avê de bimînin. Yek ji van jî gundê Şaxê ye. Wezareta Çand û Turîzmê di 24’ê Hezîrana 2024’an de gundê Şaxê weke Qada Sîtê ya Arkeolojîk a di dereceya 1’emîn de ragihand. Bi bendava tê xwestin li bajarokê Sêgirkê ya navçeya Qileban a Şirnexê re jî devra Heftborî ku xweşikahiyeke xwezayê ye dê were tunekirin.
Li herêma Geliyê Godernê ya dîrokî ya navçeya Pasûr a Amedê jî ji ber dînamîtên di çêkirina Bendava Sîlvanê de tên teqandin, zirareke mezin gihişt Pira Kevir a dîrokî. Piştî çêkirina bendavê re jî dê 50 gund û deverên dîrokî yên Suryan, Ermen û Kurdan di bin avê de bimînin. Her wiha dê Sûlava Geliyê Godernê jî di bin avê de bimîne.
Li hêla din kaniyên Çemê Munzurê ya li Dêrsimê jî di bin gefê de ne. Statuya Dereceya 1’emîn a Qada Sîtê ya Xwezayî bi biryara Lijneya Herêmê ya Parastina Çand û Hebûnên Xwezayî ya Erziromê re weke 2’yemîn Dereceya Qada Sîtê ya Xwezayî hate guherandin. Xwezaparêzan jî bertek nîşanî biryarê dan û gotin ku ew naxwazin kaniyên Dêrsimê pêşkeşî talankeran bên kirin.
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ EKOQIRKIRINÊ
Berxwedana gelan a li dijî ekoqirkirinê bênavber dewam kir. Li gelek deveran bi çalakiyan banga bidawîkirina ekoqirkirina li Kurdistanê hate kirin. Hin çalakiyên di navbera 1'ê Cotmeha 2024 û 9'ê Tebaxa 2025'an de hatin lidarxistin, ev in:
*6’ê Cotmeha 2024’an: Bi pêşengiya Platforma Parastina Hewza Kosaro Pasûrê li hemberî xebatên madenê yên li herêma derdora gundên Gavgas, Kuyê, Awdegês, Arqetîn û Xurûç ên navçeya Pasûrê ya Amedê daxuyaniyeke girseyî hat dayîn.
*28’ê Sibata 2025’an: Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, li dijî înşaeta ku Karê Avê ya Dewletê (DSÎ) Midûriyeta Herêma 10’emîn li ser Çemê Nêrduşê ku yek ji girîngtirîn çavkaniyên avê yê Çiyayê Cûdî ye, gundiyan daxuyaniyeke girseyî dan. Di projeyê de Bendava Nerduşê, santrala hîdroelektrîk, projeya avdanê, kargehên madeyan, kana malzemeyan, santrala betonê hene.
* 25’ê Adara 2025’an: Li gundê Husikan a navçeya Xana Axpar a Amedê gundiyan li hemberî birîna daran û kana xîzê çalakî lidarxistin.
* 26’ê Nîsana 2025’an: Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê û Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê di çarçoveya kampanyaya ‘Tu jî darekê bicine, jiyanê biçine’ li Bestayê ku 4 sal in dar tên jêkirin dest bi çandina daran kir.
* 4’ê Gulana 2025’an: Li gundê Cixse ya Pasûra Amedê, li herêma çêrgehê ku 48 metre dûrî dûrî gund e, tê xwestin ku 30 hezar panelên Pergala Enerjiya Rojê bê danîn û li hemberî projeye çalakiya girseyî hat lidarxistin.
* 6’ê Gulana 2025’an: Li gundê Çemka ya Colemêrgê 5 sal in ji aliyê Olmez Meskan Madencîlîk ve lêgerîna madenan tê kirin û gundiyan li dijî lêgerîna maden dest bi çalakiyan kir.
* 7’ê Gulana 2025’an: Li gundê Zeytuna ya navçeya Rişmîl a Mêrdînê, gundiyên ku santrala rojê ya ji aliyê Şaredariya Rişmîl a AKP'î ve tê çêkirin protesto kirin, destûr nedan ku ji bo kolandinê bikevin qadê.
* 20’ê Gulana 2025’an: Welatiyên li gundên Fahrikan, Mala Bawa, Kistan, Mala Qasa, Axçali, Azikân û Mele Pape yên Semsûrê dijîn, li dijî kana keviran ku tê plankirin ji aliyê Alaska Madencîlîk ve bê çêkirin, çalakî lidarxistin.
* 21’ê Gulana 2025’an: Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê li dijî talana xwezayê û jêkirina darên li herêma Besta, Cûdî û Gabarê yên Şirnexê meşeke girseyî hat lidarxistin û daxuyanî hat dayîn.
* 3’ê Hezîrana 2025’an: Şêniyên gundê Akres a navçeya Artûklû ya Mêrdînê li hemberî çêkirina GES çalakî lidarxistin û nehiştin kepçe bikevin gund.
* 9’ê Hezîrana 2025’an: Li gundê Bargînî yê Xozatê û gundên Zeve, Orcan û Desîman ên navçeya Pêrtagê li hemberî projeya madena pomza çalakî hat lidarxistin û daxuyanî hat dayîn.
* 25’ê Hezîrana 2025’an: Li gundên Pirejmon û Herîdan ên navçeya Pîranê ya Amedê li dijî derxistina madena risas ku ji aliyê Olmez Dogu Madencîlîk ve tê derxistin daxuyaniyeke girseyî hat dayîn.
* 29'ê Hezîrana 2025'an: Li dijî projeya madenê ku wê bandoreke neyînî li 6 tax û bi dehan gundên biçûk ên zozanên Hesandinê ya navçeya Pasûr a Amedê bike daxuyaniya çapemeniyê hate lidarxistin.
* 11'ê Tîrmeha 2025’an : Li navçeya Qileban a Şirnexê niştecihên bajarokê Dêrahînê li dijî şîrketa madenê serî hildan û wesayîtên şîrketê derxistin derveyî bajêr.
* 20’ê Tîrmehê 2025’an : Li dijî bendava ji aliyê Şîrketa Hilberîna Enerjiyê ya Maya ya li ser Çemê Zorê yê di navbera navçeyên Sason û Pasûrê de tê çêkirin ji aliyê şêniyên herêmê û ekolojîstan ve meşek hat lidarxistin.
* 27’ê Tîrmeha 2025'an: Meclisa Ekolojiyê ya Amedê li dijî tesîsa kana madenê ya li gundikê Korxa ya navçeya Licê ya Amedê daxuyanî da.
* 29’ê Tîrmeha 2025’an: Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê li dijî birîna daran a ku li deverên cuda yên bajêr didome kampanyaya îmzeyan da destpêkirin û di 10 rojan de 8 hezar û 200 îmze hatin berhevkirin.
* 8’ê Tebaxa 2025’an: Li dijî xebatên madenê yên li gundê Korxa a navçeya Licê ya Amedê li ber avahiya înşaetê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.”
MA / Emrullah Acar