NAVENDA NÛÇEYAN – Hunergeha Welat klîba destana Derwêş û Edûlê weşand.
Hunergeha Welat berhema xwe ya nû ya destana “Evîna Derwêşê Evdî û Edûlê” ku ev demek bû amade dikir, li ser hesabê xwe yê Youtubeyê weşand. Klîb bi strana Derwêş û Edûlê û dîmen hatiye amadekirin û duh êvarê li ser hesabên platformên medya dîjîtal ên Hunergeha Welat hatin belavkirin. Li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo promiyera klîbê ango nîşandana wê hat kirin. Derhênerê klîbê Şêro Hindê, muzîkjenê klîbê Mehmûd Berazî ye, wênekêşê klîbê Mihemed Mûsa û dengbêjê klîbê Delîl Mîrsaz e.
Di klîbê de gelek kes hene lê yê ku rola Derwêş zindî dike Şêrwan Mele ye û ya ku rola Edûlê jî zindî dike Barîn Hemo ye.
Ji bo nîşandana klîbê hezkiriyên hunerê, rewşenbîr û hunermend amade bûn.
Piştre endamê Desteya Hevseroketiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl axivî û wiha got: “Ev xebat xebateke pîroz e destaneke bi wate ye ji bo vê yekê ez Tevgera Çand û Hûnerê ya Rojava her wiha Hunergeha Welat û hemû xebatkarên wê silav dikim.” Aldar Xelîl her wiha fedakariya şehîdan ku bi saya wan berhemên wisa tên çêkirin silav kir û şehîdên azadiyê bi bîr anîn.
Piştre sînevizyonek a ku ji dîmenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk dihatin hat nîşandan ku tê de behsa çîroka evîna Derwêş û Edûlê dike.
Di dawiyê de klîba bi navê “Evîna Derwêş û Edûlê” hate nîşandan.