ŞIRNEX – Li Şirnexê li hemberî birîna daran kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin, dewam dike. Dayika Aştiyê Şukriye Îdîn diyar kir ku dareke di bin siya wê de rûnên nehiştine. Berdevka Meclisa Jinê ya DBP'ê Bêrîvan Bahçecî jî got, "Parastina xwezayê parastina welat e."
Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê, li dijî birîna daran a li gelek cihên bajêr dewam dike, di 29'ê Tîrmehê de dest bi kampanya îmzeyan kir. Di kampanyaya ku di roja xwe ya 4'emîn de didome heta niha 2 hezar îmze hatine komkirin.
Kampanya wê 10 rojan dewam bike û îmzeyên hatine komkirin wê ji Walîtiya Şirnexê, Midûriyeta Herêmê ya Daristanan û Meclisê re bên şandin. Di rojên pêş de wê li navçeyên Cizîr, Silopiya û Hezex jî stant bên danîn.
Kampanya armanc dike ku tunekirina daristanên li herêmên weke Besta, Gabar û Cûdiyê bi bahaneya "ewlekariyê" rû didin, bisekinîne.
DAR NEHIŞTIN
Dayika Aştiyê Şukriye Îdîn a ku ji bo kampanyayê îmze kir, banga rawestandina wêrankirina xwezayê kir û wiha got: "Divê darên me nebirin. Ti dareke ku em karibin li binê sîyê rûnên, nehiştine. Dema ku em tehemula şewitandina dareke ziwa nakin, darên me ji kokê ve dibirin. Em çawa dikarin vê qebûl bikin? Ew qas dar birîne ku hewaya bajêr germ bûye. Ji bo sekinandina vê çi ji destê me bê em ê bikin. Divê her kes bala xwe bide vê derê û li daran xwedî derkevin. Em ê vê qebûl nekin."
'PARASTINA XWEZAYÊ PARASTINA WELAT E'
Berdevka Meclisa Jinê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Bêrîvan Bahçecî da xuyakirin ku texrîbata ekolojîk a li bajêr parçeyek ji 'polîtîkayên şerê taybet e' û wiha got: “Ev polîtîka ji her parçeyên Kurdistanê derdikevin holê. Divê tevahiya gelê Kurd bi hev re li dijî vê yekê dengê xwe bilind bike. Divê em li dijî vê têbikoşin. Xwezaya me ji bo berjewendiyê tê fedakirin. Ya ku tê talankirin ne tenê xwezaya me ye, di heman demê de jiyana me ye jî. Divê her kes bi vê hesasiyetê nêzî mijarê bibe û destekê bide vê kampanyayê. Parastina xwezayê, parastina li welat e. Divê jin bi taybetî li dijî vê hilweşandinê rabin ser piyan. Di xwezaya jinê de ye. Jin bi xwezayê re wekhev e.”
'EM PIŞTGIRIYÊ BIDIN KAMPANYAYÊ'
Parlamentera Şirnexê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Newroz Ûysal Aslan da zanîn ku ne tenê ji ber bêdaristaniyê, her wiha ji ber xebatên petrol û madenê zerar li xwezaya bajêr tê kirin. Newroz Ûysal Aslan diyar kir ku wan ev mijar gelek caran anîne rojeva parlamentoyê û wiha got: "Îro Platforma Ekolojiyê kampanyayeke daxwaznameyê daye destpêkirin. Em vê kampanyayê îmze dikin û bang li hemû gelê Şirnexê dikin ku piştgiriyê bidin vê kampanyayê. Parastina xwezayê parastina xwe ye. Em nikaribin zêde tiştekî bikin jî, qet nebe em werin îmzeyên xwe bidin.”
'QUTKIRINA LI HERÊMÊN QEDEXEKIRÎ TÊ KIRIN'
Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez işaret bi şewata daristanan a li gelek bajaran dewam dike kir û wiha got: "Li Kurdistanê bi zanebûn dar tên birîn. Ev yek ji aliyekî ve ji bo polîtîkayên ewlekariyê, li aliyê din jî ji bo qezencê tê kirin. Ev bi salan e didome. Weke partî em li dijî vê têdikoşin. Li ku derê hilweşîna ekolojîk hebe, em ê li dijî wê bin."
Îrmez anî ziman ku ji sedî 20 ê qadên daristanî yên li bajêr ji aliyê cerdevanan ve hatine xerakirin û wiha got: "Ev polîtîkayeke şerê taybet e. Em ê li dijî vê têkoşînê bidomînin. Walîtiyê bi bahaneya şewata daristanan heta 1'ê Îlonê li herêmên daristanî qedexe kir, lê darên li heman daristanan tên birîn. Ev biryareke trajîkomîk e. Ji bo hêsankirina birîna daran qedexe hatiye danîn. Platforma Ekolojiyê kampanya da destpêkirin û me jî piştgirî dayê. Em bang li her kesî dikin ku piştgiriyê bidin vê kampanyayê. Werin em bi ruhekî seferberiyê vê hilweşandinê rawestînin."
MA / Emrullah Acar