ÎZMÎR - Ji ber şewata daristanan û herêmên bandor li wan bûne sala par derbastir kir, di meha dawî de ji bo 84 madenên koma 4’emîn biryara nirxandina bandora hawirdorê hat dayîn.
Guhertina avhewayê bandor li tevahiya cîhanê kir. Ji aliyekî ve germahî li cîhanê 'rekoran' dişkîne, li aliyê din jî lehî û bahoz pêk tên. Li gorî salên borî şewatên çolê zêdetir in, ku di vê daneyên xwe de jî nîşan dide.
ŞEWAT DEWAM DIKE
Li gorî daneyên Wezareta Çandinî û Daristanê, di sala 2024'an de 3 hezar 797 şewatên daristanan rû dan û di encama şewatê de 27 hezar û 485 hektar qada daristanî zerar dît. Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Daristanan di 30'ê Tîrmehê de aşkera kir, di 7 mehên destpêkê yên sala 2025'an de 4 hezar û 426 şewatên daristanan qewimîn û di encama van şewatan de 49 hezar û 769 hektar qada daristanî zirar dît.
Şewata daristanê ya di 26 'ê Tîrmehê de li ser rêya Harmancik a navçeya Orhanelî ya Bûrsayê destpê kir, di 30 'ê Tîrmehê de ket bin kontrolê; lê belê roja din dîsa destpê kir û dewam dike.
HERÊMÊN ŞEWITÎNE DEST BI MADENÊ DIKIN
Di dema ku şewat didome û nêzî 50 hezar hektar qada daristanî şewitî de, li bajarên ku şewat derketî hê jî xebatên madenê didomin. Raporên Nirxandina Bandora Hawirdorê (EIA) ji bo projeyên nû yên madenê hê jî tên weşandin. Herî dawî di 30 'ê Tîrmehê de li navçeya Dalaman a Muglayê û ji bo xebatên lêgerîna petrolê ku Ji aliyê Arar Petroleum Inc. ve li navçeya Arsuz a Hatayê hatibû plankirin, ji bo kana kromê ya ku ji aliyê KMM Pîşesaziya Madenê û Tîcaretê Ltd. ve hatibû plankirin biryara 'Hewcehî pê nîne' hatibû dayîn. Her wiha di heman rojê de dosyeya dawî ya ji bo kana zîv a zêran a ku ji aliyê Koza Gold Mining A.Ş a li navçeya navendî ya Çanakkaleyê hatibû plankirin hat aşkerakirin û ji bo nêrîna welatiyan hat vekirin.
84 BIRYARÊN ÇED’ê
Di navbera 1'ê Tîrmehê û 31'ê Tîrmehê de, biryarên Nirxandinên Bandora Hawirdorê (ÇED) ji bo 84 madenên koma çaremîn (zêr, zîv, hesin, sifir, çinko, krom) hatin dayîn û di nava van biryaran de bajarên ku daristanên xwe winda kirine hene. Bajar li bendê ne ku ji şewatên beriya niha winda kirine hê zêdetir winda bikin, di serî de ji ber madenên ku tê plankirin li herêmên daristanî bên vekirin.
ERÊKIRINA JI BO KARGEHÊ
Di meha borî de dema pêvajoya Nirxandina Bandora Li Hawirdorê ji bo 142 kargehan hatibû destpêkirin, raporên ÇED'yê ji bo bi dehan projeyên li bajarên ku şewatên mezin lê qewimîn yên wekî Izmîr, Mugla, Aydin, Hatay, Eskîşelî, Sakarya, Bîlecîk, Antalya, Bûrsa, Denîzlî, Uşak û Mereşê hatin weşandin. Li Eskişehirê ji 9 biryaran 5 jê "EIA ne pêwîst e", 1 jî "EIA erênî" bû; Li Bîlecikê ji 9 biryaran 4 û li Muğlayê jî 6 ji 8 biryaran "ÇED ne pêwîst e" hatin girtin. Her wiha li Bursa û Manîsayê 4, li Mereşê 3, li Aydin û Hatayê 2, li Sakarya û Çewlikê jî raporên ÇED’ê hatin amadekirin. Di nava van bajaran de bajarê ku biryarên herî nebaş lê hatin dayîn Antalya bû ku ji 10 biryaran 5 jê betal bûn an jî vegeriyan.
BERXWEDAN DEWAM DIKE
Dema ku bandorên bêdaristaniyê yên li ser guherîna avhewayê ya global bi lêkolînên zanistî hatin nîşandan, kêmbûna tedbîrên têrker ên li dijî şewata daristanan an jî kêmasiyên di vemirandina wan de hatine jiyîn, her sal hektardaristanan xera dikin. Di serî de ev 'karesat' li qadên daristanî vekirina maden û kargehên madenan dewam dike. Encama texrîbata ekolojîk xwe wekî hîskirina germahiya ku li herêmên Ege û Marmarayê digihîje 56 dereceyan nîşan dide. Tevî van bandorên hestewarî û hemû nerazîbûnên ekolojîstan, 'Qanûna Lîsansa Super' ku wê daristan û jîngehan ji şîrketên maden û enerjiyê re veke, di 19'ê Tîrmehê de derbasî parlamentoyê bû. Berxwedana gundiyan, li gel ekolojî û parêzvanên jiyanê, li dijî qeyûman jî dewam dike.
MA / Tolga Guney