MÊRDÎN- Li navçeyên Artûklû û Qoserê yên Mêrdînê bi rojan e ji ber birîna avê tî hatin hiştin. Kesên avê dibin malên xwe bi tankeran ragihandin ku ti bersiv ji serlêdanên wan re nehatiye dayîn.
Li navçeyên Artûklû û Qoser yên Mêrdînê, bi rojane ceyran hatiye birîn û niha jî di van hewayên ir germ de vê carê jî av hatiye birîn. Miduriyeta Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê (MARSU) ku di bin rêveberiya qeyûm de ye, ev du hefte ne aveke têrker nade her du navçeyan. MARSU ji bo rewşa heyî şaşî û qutbûna elektrîkê weke hincet nîşan dide.
Ji ber têrnekirina avê, tankên li malan ziwa bûne. Li bajar ku germahî gihaştiye 50 pileyî, ji ber qutbûna avê welatî zehmetiyên mezin dikişînin. Pirsgirêkên bi heman rengî ne tenê li gundan, li navenda bajêr jî hene. Li gelek taxan welatî bi bikaranîna tankeran neçar dimînin avê veguhêzin malên xwe.
Li Taxa Ofîsê ya navçeya Artûklûyê, ev hefteyeke welatî bi tankeran avê vediguhêzin malên xwe. Welatiyan diyar kirin ku ji ber qutbûnê nexweş di rewşa herî zehmet de ne û bi taybet ji ber qutkirina avê pirsgirêkên paqijiyê derketine.
ŞÊNIYÊN HERÊMÊ BI BERTEK IN
Hacer Taş diyar kir ku ev hefteyeke qutbûna avê heye û wiha got: "Divê çareseriyekê bibînin. Em avê bi tankeran tînin. Divê mirov çi bikin? Em tenê avê dixwazin."
Azîze Taş bertek nîşanî rewşê da û wiha got: "Ez 65 salî me û min tu carî nekariye têra dilê xwe vexwim. " Azîze Taş jî ragihand ku li taxê pirsgirêka kanalîzasyonê heye û got, "Sîstemên me yên kanalîzasyonê vekirî ne; Em ditirsin ku zarokên me bikevin nav wan û bixeniqin. Bi salan e bi vî rengî ye. Kes nayê sererast nake."
AV TUNE BIÇIN SERŞOKÊ
Tacettîn Yakak ê ji xizmetên şaredariyê gazinan dike û wiha got: "Sîstema kanalîzasyonê ya guncaw nîne, kolaneke me nîne, çopa me nayê komkirin, torbeyên çopê nîne û parkeke bi tenê jî nîne. Li ser vê, pirsgirêka me ya avê heye. Di vê demê de, divê em behsa pirsgirêka avê jî nekin. Em hê jî ji ber çopên avê, kanalîzasyonê û çopê bi fikar in. Dibêjin ku qaşo em diçin fezayê. Av nîne ku ablûkayê pêk bîne. Av tune ye ku em biçin serşokê. Her cara ku em dibêjin wê were ji me re dibêjin.
Yakak ê ku anî ziman ku li xaniyên leşkerî yên li taxê rojê 24 saetan av diherike û got, "Çima ava min nîne? Em tiştekî zêde naxwazin. Li rewşa me binêrin; Eger malek agir bixwe, îtfaiye nikare were vê derê. Av nîne, hemû sîstemên kanalîzasyonê vekirî ne. Mişk û mar li derdorê digerin. Refujan av didin, lê dilopek avê nadin gel. Cilûbergên me yên paqij tune ne ku em li xwe bikin. Divê em her carê avê bi tankeran ra bistînin. Ma ev ne şerm e?"
Zekiye Taş a dayika 3 zarokên astengdar diyar kir ku ji bo şuştina zarokên xwe dilopek av li cem wan nîne.
Resûl Taş anî ziman ku giliyên wan ên li ser pirsgirêkên li taxê ji aliyê şaredariyê ve li ber çavan nayên girtin û ew ti paşvegerê nagirin. Taş diyar kir ku nêzî 6 meh in ew giliyê MARSU'yê dikin û got, "Dema me got me îro agahî da çapemeniyê, hatin û foseptîk vala kirin. Ji bilî vê av û kanalîzasyon nîne. Bi rojan e em bê av in."
MA / Ahmet Kanbal