ŞIRNEX - Li gel diziya amûrên tibî yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê, derket holê ku Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr a Şirnexê kadroyên sixte afirandine.
Piştî eşkerekirina diziya dermanan a ji Nexweşxaneya Dewletê ya Cîzreyê ya Şirnexê, vê carê jî gelek hîle û xurdeyên Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr a Şirnexê derketin holê. Yek ji van skandalan ew e ku kesên di kadroyên midûriyeta giştî yên Wezareta Tenduristiyê de dixebitin, piştî dest ji kar berdane, kadroya eslî ji bo wan hatiye dayîn.
Derket holê ku li Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr a Şirnexê têkildarî ji bo kadroyên midûrtiyê yên eslî yên li nexweşxaneyên entegre û ne girêdayî peymanê, kadroyên sixte hatine çêkirin. Midûrê Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê Giyasettîn Ûçaş, piştî wekî Serokê Daîreya Xizmetên Rêveberiyê yê Wezareta Tenduristiyê hat tayînkirin, di 28'ê Cotmeha 20121'ê de ji aliyê gelek saziyên çapemeniyê ve nûçeya wê hat çêkirin. Têkildarî vê tayinkirina navborî merasma dewrkirinê hat lidarxistin û Giyasettîn Uçaş, pîrozbahî jî qebûlkirin. Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr bi xwe jî daxuyaniyê bi vî rengî kir û peywirdarkirina navborî di rûpelên nexweşxaneyê de jî hat parvekirin. Lê derket holê ku di malpera Wezareta Tenduristiyê de destpêkirina peywireke wiha yan jî tayinkirineke bi vî rengî li midûriyeta giştî nehatiye kirin.
Piştî ku Giyasettîn Ûçaş ji nexweşxaneyê veqetiya meseleya rastîn derket holê. Di pergala ÇKYS'ê ya Wezareta Tenduristiyê de di 22'yê Cotmeha 2021'ê de cîgirekî midûrê giştî yê sixte hatiye barkirin û rojek şûnde hatiye betalkirin û li Nexweşxaneya Entegre ya Tavşanli ya Kutahyayê kador ji bo Giyasettîn Ûçaş hatiye dayîn. Giyasettîn Ûçaş, vê kadroya ku bi tu awayî nikaribû bi dest bixe, bi vî rengî bi dest xist û heta teaqidbûyîna xwe jî ew misoger kir.
Têkildarî mijarê em li nexweşxaneyê geriyan. Rayedaran diyar kir ku di pergalê de qeydek heye, lê Giyasettîn Ûçaş heman rojê bi peywirdariyeke demkî ji bo MKidûriyeta Giştî ya Xizmetên Rêveberiyê ya girêdayî Wezareta Tenduristiyê hatiye şandin û ev peywirdarî nêzî 4 sal in didome. Heman rayedar destnîşan kir ku Giyasettîn Ûçaş li Nexweşxaneya Entegre ya Tavşanli ya Kutahyayê naxebite û ji ber ku dosyeya wî ya personeltiya fizîkî tune ye, kadroya eslî wekî Nexweşxaneya Entegre ya Tavşanli ya Kutahyayê xuya dike.
Giyasettîn Ûçaş, ji xeynî vê kesên bi KHK'ê hatine îxrackirin jî xapandiye. Ûçaş, ji kesên bi KHK'ê hatine îxrackirin re gotiye ku ji wezaretê agahî stendiye û ji wezaretê re gotiye ku bila ev kes vegerin ser karê xwe û ji bo vê jî pere ji van kesan stendiye.
MA / Emrûllah Acar