NAVENDA NÛÇEYAN - Jakob Migenda ku ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê da, got: "Têkoşîna wî ne tenê ji bo azadiya komeke diyarkirî ye, di heman demê de ji bo hilweşandina zilmê û rizgariya gelên din jî ye."
Rojnamevan, nivîskar, akademîsyen, sendîkavan, parlamenter û hiqûqnas jî di nav de 39 kes ji welatên cuda yên Ewropayê, di 1'ê Tîrmehê de di çarçoveya kampanyaya "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" de hatin Stenbolê û ji bo hevdîtinê serî li Wezareta Dadê dan.
Jakob Migenda, Rêveberê Eyaleta Hesen a Partiya Çep a Almanya (Die Linke) ku di nav şandeyê de bû, diyar kir ku hevgirtina bi têkoşîna azadî û aştiyê re pir girîng e û got ku nemaze ji welatekî wekî Almanya ku di warê çekan û dîplomasiyê de piştgiriyê dide hikûmeta Tirkiyeyê.
Migenda rave kir ku mirov ji gelek welatan hatine da ku hevgirtinê nîşan bidin û ezmûnên xwe yên ji welatên xwe parve bikin. Migenda got: "Bo nimûne, me li ser hinardekirina çekan ji Almanyayê nîqaş kir; me diyar kir ku bi qasî ji sedî 90 firotin an hawirdekirina çekan ji bo Tirkiyeyê ji Almanyayê tê. Ji ber vê yekê, em dikarin bibêjin ku ji bo Erdogan dê pir dijwar be ku bêyî çekên ji Almanyayê û piştgiriya dîplomatîk a ku ew dabîn dike, şerên xwe bidomîne. Me her weha li ser qedexeya PKK'ê li Almanya nîqaş kir; ev qedexe tevdîrek e ku armanc dike ku hema hema hemû çalakiyên tevgera kurd li Almanyayê krîmînalîze bike û me van wekî du mijarên sereke di têkoşîna xwe ya nîşandana hevgirtinê de destnîşan kir."
Migenda diyar kir ku banga Abdullah Ocalan a 27'ê Sibatê firsendek e û got: "Aştî ne tenê ji bo herêmê, di heman demê de ji bo dewleta Tirkiyeyê jî nîşaneke pir baş e ku pevçûn dikarin bi dawî bibin û demokratîkbûn mimkun e. Ez hêvî dikim ku hikûmeta Tirkiyeyê dê daxwazker be."
Migenda destnîşan kir ku zexta dîplomatîk a ji welatên cîhanê di vê pêvajoyê de sûdmend bûye.
Migenda bilêv kir ku pirsgirêkên sereke yên ku divê em li Almanyayê pê re rû bi rû bimînin û pê re têbikoşin ev in: bidawîanîna dabînkirina çekan ji bo Enqerê û rakirina qedexeya li ser PKK'ê û bi vî awayî bidawîanîna qedexeya li ser tevahiya tevgera kurd li Almanyayê.
Migenda kampanyayên ji bo Abdullah Ocalan li Almanyayê bi bîr xist û got: "Li Darmstadtê ku ez lê dijîm, gelek mirovên cuda beşdarî kampanyayên me dibin. Baş e ku têkoşîneke me ya hevpar heye û girîng e ku sembol di têkoşînê de hebin. Azadiya Ocalan yek ji van sembolan e. Ev sembol dibêje, 'Erê, hêza me heye ku em ji bo azadiya xwe şer bikin.' Ev têkoşîn ne tenê ji bo azadiya komeke taybet e; ew di heman demê de nîşan dide ku hilweşandina zilmê û rizgarkirina gelên din mimkun e."