QERS – Gulistan Kiliç Koçyîgît, li Qersê di “Di Avakirina Aştî û Civaka Demokratîk de Civîna Jinan” de axivî û got: “Dê têkoşîna me destkeftiyên me diyar bike.”
Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Qersê, li Bajarokê Bazarcik a girêdayî navçeya Dîgorê “Di Avakirina Aştî û Civaka Demokratîk de Civîna Jinan” li dar xist.
‘EM JI BO JIYANEKE WEKHEV TÊDIKOŞIN’
Berdevda Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, axîvî û diyar kir ku di çarçoveya banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de li gelek bajaran bi jinan re civiyane. Halîde Turkogluyê ev tişt got: “Xeyala me dahatûyeke ku şer lê nebe û jin neyên qetilkirin. Em ji bo jiyaneke azad û wekhev têdikoşin. Aştî civaka demokratîk e. Em avakirina civaka demokratîk gotûbêj dikin. Banga Aştî û Civaka Demokratîk herî zêde ji bo jin û ciwanan hatiye kirin”
‘DÊ TÊKOŞÎNA ME DESTKEFTIYÊN ME DIYAR BIKE’
Gulistan Kiliç Koçyîgît, ev tişt got: "Divê em di vê pêvajoyê de têkoşîna xwe hîn berfirehtir bikin. Em îro çi bi dest bixin, em ê bi têkoşînê bi dest bixin. Têkoşîna me dê destkeftiyên me diyar bike. Ji bo vê, divê em têkoşîna xwe berfirehtir bikin."