ENQERE - Di bîranîna ku ji aliyê Înîsiyatîfa Edaletê ya Roboskê ve hat organîzekirin de endamê ÎHD'ê Tanju Gunduzalp axivî û bal kişand ku bêyî hesabpirsîna ji qetlîaman aştiyeke bi rûmet nayê avakirin.
Înîsiyatîfa Edaletê ya Roboskê ji bo ronîkirina bûyera li gundê Roboskê yê Qilebana Şirnexê ku di nav de zarok jî hene 34 kes di 28'ê Kanûna 2011'an de hatin qetilkirin û ji bo hesab ji berpirsan bê pirsîn hat avakirin. Çalakiya bîranînê ya mehane di meha 163’emîn de dewam kir û daxuyanî li Kolana Sakarya ya Enqereyê hat dayîn.
Endamê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Tanju Gunduzalp li vir axivî û bibîr xist ku pêvajoya hiqûqî ya der barê komkujiyê de hînê nehatiye aktîfkirin û wiha got: "Me Roboskê ji bîr nekiriye; ji bîr nekirin şêwazekî berxwedanê ye. Daxwaza me ya edaletê ne tenê bi Roboskê re sînordar e. Em 33 ciwanên xwe yên ku di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li Pirsûsê ji bo aştiyê ketin rê û 103 kesên ku di 10'ê Cotmeha 2015'an de di mîtînga aştiyê ya li Gara Trenê ya Enqereyê de hatin qetilkirin jî ji bîr nakin. 10 sal in ne sûcdarên rastî yên Gara Trenê ya Enqereyê ne jî yên Pirsûsê nehatine darizandin. Ev komkujî nîşan didin ku aştî bi awayekî sîstematîk çiqasî hedef tê girtin û bêcezahiştin çawa veguheriye polîtîkaya dewletê.”
'WÊ TI CARÎ DEST JI LÊGERÎNA EDALETÊ BERNEDIN'
Gunduzalp a ku yek ji Dayikên Şemiyê Emîne Ocak a jiyana xwe ji dest da bibîr anî û wiha axivî: "Di vê mehê de, me yek ji kesayeta sembol a Dayikên Şemiyê ku 30 sal in li Qada Galatasarayê rûniştine û daxwaza 'winda bên dîtin û faîl bên darizandin' winda kir. Xatirxwestina dayikeke bi rûmet, ku ji bo zarokên xwe yên winda tevî hemû dayik û malbatên windayan li ber dewletê sekinî, nîşaneya zelal e ku daxwaza edalet û aştiyê ya li vê erdnîgariyê nikare bê veşartin. Ev berxwedana 30 salan yek ji têkoşîna herî bi biryar a li dijî bêcezahiştinê ye û di heman demê de delîleke şênber e ku lêgerîna li edaletê wê ti carî neyê terikandin."
'BÊYÎ RÛBIRÛBÛNA BI PAŞEROJÊ RE AŞTÎ PÊK NAYÊ'
Gunduzalp bal kişand ser 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' û wiha got: "Aştiya rasteqîn bi tenê pêkan e û divê li ser bingeheke ku çek bêdeng dibe, hurmet ji mafên mexdûriyetê re tê nîşandan, rastî tên eşkerekirin, temîrkirina civakî tê kirin û bi rabirdûyê re rû bi rû ye. Yek ji sedema ku pêvajoyên aştiyê yên berê bi ser neketin jî nexwestina dewletê ya li hemberî sûcên ku kirine û neşkandina dîwarê bêcezahiştinê bû. Bêyî ku failên Roboskê werin darizandin, bêyî ku daxwazên Dayikên Şemiyê bi cih werin anîn, bêyî hesabpirsîna ji Îstasyona Trenê ya Enqereyê û komkujiyên Pirsûsê, bêyî berdana girtiyên nexweş û bêyî ewlekirina wekheviya gelan, aştiyeke bi rûmet nikare li ser vê xakê pêk were.”