* Keşeyê Dêra Navneteweyî ya Wanê Yeşû Kavak, destnîşan kir ku piştgiriyê didin Pêvajoya Civaka Demokratîk û got: “Divê DEM Partî li me guhdar bike. Divê dêr jî beşdarî vê pêvajoyê bibin.”
* Welatiyên ku beşdarî Konferasa Girîngiya Yekitiya Kurd bû, bal kişandin ser giringiya yekitiya Kurdan û gotin: “Em ê aştiyê jî bi yekitiya xwe ve bînin. Ger em bibin yek dê her kes gav biavêje.”
* Welatilyên ku beşdarî Mihrîcana Munzûrê bûn, destnîşan kirin ku texrîbatên xwezayê tenê bi têkoşîneke birêxistinkirî ve dikara bê rawestandin.
* Ahmet Sert xwest bibe vasî lê ji ber şaşîtiyekê vasî tayînî wî kirin û niha nikare nasname ji zarokên xwe re derxe û jiyana wî serobino bû.
* Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê û Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Omer Faruk Yazmaci, got: “Lijneya Îdarî û Çavdêriyê hêviyên pêvajoya aştî û demokratîk hedef digirin.”
* Parêzer Veysel Demîrkaya, diyar kir ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê Resûl Baltaci û Sînan Tutmaz, 3 caran cezayê hicreyê girtine û infaza wan hatine şewitandin.
* Rojnamger Ekrem Berekat, diyar kir ku civînên di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî ya ji HTŞ’ê pêk tê, ji ber ku rêveberiya Şamê daye zanîn ku ‘ne amade ne’ hatiye betalkirin.
* Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigit, dê têkildarî geşedanên rojevê li Meclisê civîna çapmeniyê li dar bixe. (10.00) ZINDÎ
* Hewldana Edaletê ji bo Roboskî, bi munasebeta 163’yemîn a qetlîamê dê li Qada Sakarya ya Enqereyê daxuyanî bide. (13.30)