Mehmet Altan: Pirsgirêka 100 salan bi demokratîkbûnê ve tê çareserkirin

  • rojane
  • 10:13 26 Tîrmeh 2025
  • |
STENBOL – Rojnamevan û nivîskar Mehmet Altan, diyar kir ku pirsgirêka Kurd, pirsgirêkek kûr a 100 salan e û bi demokratîkbûnê ve tê çareserkirin.
 
Pêvajoya Aştî û Demokrasiyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da destpêkirin, di rojeva Tirkiyeyê ya Rojhilata Navîn û ya cîhanê de ciheke girîng dagirt. Di çarçoveya pêvajoya 7 mehan de gelek geşedanên girîng rû dan. Di gel saziyên navneteweyî, kesên li cîhanê navdar û Xelatgirên Nobelê têkildarî piştgiriya pêvajoyê daxuyanî dan û rave kirin ku hewldana Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê ronahiya hêviyê ye. Ji gelek welatan daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan û bangên ji bo azadiya wî hatin kirin. 
 
ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD
 
Rojnameger û nivîskar Mehmet Altan, ji Ajansa Mezopotamyayê re pêvajo nirxand û pêdiviyên çareseriya pirsgirêka Kurd a rave kir. Altan, bibîr xist ku li Tirkiyeyê pirsgirêka sereke ji ber bicihneanîna hiqûq, destûra bingehîn, maf û azadiya bingehîn e û got: “Ji ber pêşketinên li Rojhilata Navîn, divê pirsgirêka Kurd niha were çareserkirin. Gelo ev pêvajo dê me vegerîne Tirkiyeyek ku lê hiqûqê serdest be? Hêvîdarim ku wisa bike."
 
Altan, rave kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd dê di nava civakê de bawerî û hêviyê geş bike û wiha pê de çû: “Desthilata siyasî ji dêlava evqas gotinan hewl bide ku daraz li gorî destûr û qanûnan tevbigere û biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn bicîh bîne, wê demê atmosfer dê biguhere.”
 
"BI DEMOKRATÎKBÛNÊ VE TÊ ÇARESER BIKE"
 
Altan, bal kişand ser rewşa AKP’ê ya dirêjkirina pêvajoyê û destnîşan kir ku divê desthilat bêyî derengmayînê gav bavêje. Altan, diyar kir ku pirsgirêka Kurd kokên wê pir kûr in û tenê bi rêya demokratîkbûnê tê çareserkirin û wiha pê de çû: "Ev pirsgirêk bi tenê gotina 'Bila ez li ser desthilatdariyê bimînim' ve nayê çareserkirin. Ev pirsgirêkek pir radîkal û pir kûr e. Di heman demê de, şert û mercên li Rojhilata Navîn me dixe nava mercên giran. "
 
BINGEHA QANÛNÎ, AŞTIYA MAYINDE
 
Altan destnîşan kir ku ji bo pêvajoyê pêdivî bi bingehek qanûnî heye û got: "Şansê serkeftina vê pêvajoyê bi qanûnîbûna wê ve girêdayî ye. Dibêjin komîsyonek dê bingeha hiqûqî ji bo pêvajoyê saz bike, lê ew komîsyon jî ne bi qanûnê ve hatiye damezrandin. Ew komîsyonek di nav Parlamentoyê de ye. Em niha bingeha wê ya qanûnî nabînin."
 
Altan, rave kir ku aştî bi rêya demokratîkbûnê ve mayînde dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em li aştiyek mayînde, mafên mirovan ên mayînde, demokrasiyek mayînde û hemwelatîbûna wekhev a mayînde digerin. Rêgezên ji bo misogerkirina van encamên mayînde zelal in: maf û azadiyên bingehîn. Rojhilata Navîn niha Serdema Navîn a mirovahiyê dijî. Şerên nijadî, olî û mezhebî hene. Em ji bîr dikin. Dema ku AKP hat ser desthilatdariyê, Tirkiye di navbera Sûriye û Îsraîlê de navbeynkar bû. Em gihîştin ku derê? Em bûne hevalbend an dijberên aliyên nakok."
 
"BICIHANÎNA BIRYARA DMME'YÊ PÊWÎST E"
 
Altan, qala "mafê hêviyê" yê Ocalan kir û wiha axivî: "Wan biryareke Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ku diviyabû bihata bicîhanîn jî kirin mijara siyasetê. Dadgeha Bingeha 10 sal in li ser vê mijarê biryarek nade. Çima nedaye? Ji ber ku ew siyasî ye. Li tu deverek cîhanê mînakek wek vê yekê tune. Divê Tirkiye biryara DMME'yê bicîh bîne. Ji ber ku Tirkiye îmzeya xwe daye Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê. Lê ew peymanê bicîh nayne." 
 
ROLA MEDYAYÊ YA DI PÊVAJOYÊ DE
 
Altan bal kişand ser rola medyayê ya di pêvajoyê de û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bahçelî dibêje ‘bila cîgirê Serokkokar yek Kurd û yek jî Elewî be’, Serokkomar jî dibêje ‘bila tifaqa Ereb, Tirk, Kurd çêbe’. Çi feydeya van gotinan ji bo jiyana me heye? Komareke 100 salî di çareserkirina, pêşxistin û azadkirina ti pirsgirêkek bingehîn a bi pirsgirêka Kurd ve girêdayî de nekiriye. Pênaseya hemwelatîbûnê tê nîqaşkirin, kes û mirovahiyê ji holê radike û li gorî nijad, ol û mezheb pênase dike. Em li vir li kerametekî digerin. Bersiva ka ev pirsgirêk çawa dikarin werin çareserkirin pir hêsan e. Dema ku rêzikname werin bicîhanîn, ew ê werin çareserkirin. Ev pirsa rastîn e ku divê em çareser bikin.
 
MA / Melîk Çelîk
 
 
 
 

Sernavên din

21:21 Abdullah Ocalan: Beşdarbûna hemû beşên civakê ya ji bo pêvajoyê pêwîstiyeke jiyanî ye
16:43 Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Li Sûriyeyê 8 jinên Elewî hatine revandin
16:24 Li Qersê civîna jinan: Dê têkoşîna me destkeftiyên me diyar bike
16:01 Li Hesendînê çalakî: Li Kurdistanê qirkirina ekolojîk pêk tê
15:49 Bîranîna Komkujiya Roboskê: Bêyî rûbirûbûna aştî pêk nayê
15:48 Li Şirnexê li dijî talana daristanan dê kampanyaya îmzeyan bê destpêkirin
15:39 Piştguhkirina DEDAŞ’ê bû sedema mirina 6 çêlekan
15:34 Hunermendan ji bo pêvajoyê 8 pêşniyarî kirin
14:41 KESK: Bila mûçeyên herî kêm di ser sînorê xizaniyê de be
14:05 Ji bo girtî Kiskaç bang: Rewşa wê ya tenduristiyê giran e
13:26 Îranê 4 sal û 8 meh ceza da nivîskarê Kurd
13:16 DAIŞ’ê êrişî dêrê kir: 43 kes mir in 15 kes jî birîndar bûn
13:08 Şara dê sêyek a Parlamentoya Sûriyeyê diyar bike
12:12 DFG’ê 3 rojnamevan bi bîr anî: Şehîdên Çapemeniya Azad rûmeta me ne
12:00 100 jinên enternasyonalîst: Em dixwazin biçin serdana Abdullah Ocalan
11:29 Rahîb Kavak: Divê dêr jî tevli pêvajoyê bibin
11:03 Li Iraqê partiya jinan hate damezirandin
10:56 Hejmara nû ya Xwebûnê der ket
10:42 Li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê înfaza 2 girtiyan hate şewitandin
10:35 Beşdarên Konferansa Yekitiya Neteweyî: Em ê bi yekitiyê ve bi ser bikevin
10:30 Çima civîna Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin?
10:05 ‘Lijneyên çavdêriyê hêviya çareseriyê hedef digirin’
10:02 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Berpirsiyarê şewatan hikûmeta AKP’ê ye
09:21 Xwest bibe vasî lê vasî tayînî wî kirin û jiyana wî serobino kirin
09:09 Di Mihrîcana Munzûrê de nêrîna hevpar: Li dijî talanê têkoşîna hevpar
09:05 Mîhrîcana Stranan a Arxavûnê bi dawî bû
09:00 ROJEVA 28’Ê TÎRMEHA 2025’AN
27/07/2025
16:29 'Divê erka rêveberiyên herêmî ya mudaxalekirina şewatan bê zêdekirin'
16:05 Hevserokên Giştî yên DBP'ê çûn serdana Veysî Aktaş
16:01 Di Mîhrîcana Mûnzûrê de mijara ekolojiyê hat nîqaşkirin
15:33 Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Dev ji xebata ku zirarê dide Birqleynê berdin
15:18 Îsraîlê êrîşî Lûbnanê kir: 2 kes mir
14:35 SOHR: Hêzên Îsraîlê ketin Quneitra
14:16 Hevserokê DBP'ê Bayindir: Kurd nêzî bidestxistina statuyê ne
13:39 Siweyda di bin dorpêçê de ye, 36 gund wêran bûn
13:06 Encamnameya Konferansa Yekitiya Neteweyî: Dem dema bi hev re qezenckirinê ye
12:31 Hêzên Îranê kolberek kuştin
12:28 Li Nîjeryayê qezaya keştiyê: 25 mirî, bi dehan kes winda ne
12:28 Hejmara 126'an a Kovara Jin der çû
11:08 Macron: Em bi Erdogan têkildarî Xezayê axivîn
11:02 Şewata li Licê ket bin kontrolê
10:41 Polîtîkaya windakirinên li hemberî Belûciyan dewam dike
10:23 Li dijî sansur û astengkirinê platforma hevpar
10:20 Ji AFAD'ê têkildarî şewata daristanan daxuyanî
10:13 Yên li Sûrê ji cih û warên xwe bûne: Em qadên xwe yên jiyanê dixwazin
09:35 'Ji bo aştiyeke mayînde divê sererastkirinên qanûnî bên kirin'
09:02 Li Arxavûnê mîhrîcana stranan
09:01 Welatiyên ku beşdarî mîhrîcanê bûn: Yê ku gav bi dewletê bide avêtin em in
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2025'AN
26/07/2025
21:37 Li Siwêdayê hejmara kesên hatin qetilkirin derket hezar û 420 kesan
21:30 Aktaş ji Îmraliyê peyam anî: Em ê Girava Îmraliyê bikin girava aştiyê
21:24 Karamûs: Pêşeroja kurdan wê bi stratejiyeke hevbeş bê avakirin
17:06 Bayindir: Çi dibe bila bibe dê Kongreya Neteweyî pêk were
16:39 Girtiyê nexweş Rojhat Ozkan tehliye bû
16:22 Mihrîcana Dêrsimê: Em ê li pêvajoyê xwedî derkevin
16:06 Kişanak: Ocalan ji bo temamkirina evînên neqediyayî yên di dilê me de têdikoşe
15:40 ‘Bila girtiyên nexweş bên tehliye kirin’
15:16 ‘Bila qanûna 7554’an bê betalkirin’
14:21 Xizmên windayan doza edaletê kirin
14:09 Dayikên Şemiyê: Bila kiryarên Suleyman Cîhan bên cezakirin
13:34 Li Girtîgeha Xelatê têkildarî gardiyanan de lêpirsîn hate destpêkirin
13:06 Înfaza wî hat şewitandin, hat sirgûnkirin
12:59 ‘Kes ne xwediyê wê luksê ye ku kurdan paşguh bike'
11:54 Hêzên Îranê êrişê kolberan kir: Koleberek hate qetilkirin, 3 kolber jî birîndar bûn
11:52 ‘Konferansa Girîngiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurd’ li Bazîdê dest pê kir
11:19 DEM Partiyê çareseriya pirsgirêkên jinên astengdar gotûbêj kir
11:15 ‘Kooperatîfa Dabînkirina Berhemên Xwezayî’
10:13 Mehmet Altan: Pirsgirêka 100 salan bi demokratîkbûnê ve tê çareserkirin
10:11 Kesê ku Hêlîn Erenê kuşt hat girtin
10:03 Parêzerê Elçîçek ê jiyanê xwe ji dest da: Ne înfaz bû, biryara mirinê bû
09:29 Li zozanên Qersê amadekariyên zivistanê
09:12 Karagoz: Karkerê 45 rojî şandine cihê şewatê
09:07 Kamaç: Dê yekîtiya kurdan pêvajoyê ber bi serkeftinê ve bibe
09:03 Formayên nû yên Amedêsporê li reyonê ne: Em formayên resen bikirin
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2025'AN
08:57 Piştî hevdîtinê ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî
08:36 Veysî Aktaş ê li Îmraliyê tehliye bû
25/07/2025
20:04 Rojnamevan Metîn Yoksû serbest hat berdan
16:44 Civîna nukleerî ya bi Îranê re bi dawî bû
16:28 Şandeya Îmraliyê ya ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî vegeriya
16:15 Komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin ji 51 endaman pêk tê
15:39 ÎHD’ê rapora çapemeniyê weşand
14:53 Li Amedê jineke hate qetilkirin
14:35 Nûnenerê MSD’ê yê Şamê: Polîtîkayên DYA’yê cesaretê dide HTŞ’ê
13:35 Di Mihrîcana Munzûrê de li dijî madenê meş hate lidarxistin
13:27 Li Gabarê talana daristanê di bin çavdêriya leşkeran de têkirin
13:04 Rapora NY'ê ya Sûriyeyê: Divê revandina jinan û zarokan bê lêpirsînkirin
12:50 Cemîl Bayik: Em ji bo siyaseta demokratîk amade ne
12:05 Şandeya DEM Partiyê li Îmraliyê ye
11:34 Ciwanên Ewropî: Gava herî girîng azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e
11:17 Girtiyê nexweş Hadî Elçîçek hate definkirin
10:12 Xelatgirên Nobelê ji saziyên navneteweyî re name şandin
09:53 Eren Keskîn: Ji bo ‘mafê hêviyê’ hinceta dewletê nema ye
09:04 Di bîra petrolê de teqîn pêk hat: 7 kes birîndar bûn
09:03 Îhsan Colemêrgî: Tenê yekîtiya kurdan dikare pêvajoyê ber bi serkeftinê ve bibe
09:02 ‘Em dixwazin vê pîşeya ji Kawa mayî bidomînin'
09:02 Pastor Eyup Badem: Aştî dê li vê xakê geş bibe
09:01 ‘Divê dayikên Kurd û Tirk ji bo aştiyê bên cem hev'
09:01 Krîza aborî kir ku mirov êdî kincên zavatiyê kirê bikin
09:00 Eleqeyeke zêde ji bo tesîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê