Formayên nû yên Amedêsporê li reyonê ne: Em formayên resen bikirin

  • rojane
  • 09:03 26 Tîrmeh 2025
  • |
img

AMED - Rêvebirên Amedsporê bang li alîgiran kirin ku "Formayên resen ên Amedsporê bikirin".

Amedspor ku di lîga 1'emîn de têdikoşe û parolaya wê ya îsal "şampiyona" ye, formayên xwe yên ku di heyama 2025-2026'an de li xwe bike demeke berê dabû naskirin. 5 formayên nû ku 2 jê ji aliyên alîgaran ve hatin diyarkirin, li mexazeyên Amedstoreyê hatin bicihkirin. 
 
Seroka duyemîn Şeyda Aslantaş û Endamê Lijneya Rêveber Nedîm Dalga têkildarî amadekariyên heyama nû de axivîn. 
 
‘EM Ê JINÊ DI SPORÊ DE BERBIÇAV BIKIN'
 
Şeyda Aslantaşê got: "Wekî Amedspor, em ê israr bikin ku tîmeke fûtbolê ya jinan were avakirin. Em israr dikin ku alîgirên me yên jin maçên tîmên mezin û ciwanan temaşe bikin, li trîbunan bin û formayên Amedsporê li xwe bikin. Ji bo ku li vê qadê feraseta nêrza, zimanê nêrza bê şilandin, divê jin bebriçav bin."
 
Şeyda Aslantaşê diyar kir ku ew hewlên xwe yên ji bo zêdekirina xuyabûna jinan di futbolê de didomînin û got: "Îsal, tîma me ya futbolê ya jinan cara yekem hilbijartinên binesaziyê kir. Me di navbera 20 û 23'yê Tîrmehê de hilbijartin kir. Lîstikvanên jin ji çar aliyên herêmê û Tirkiyeyê hatin. Nêzîkî 50 kes beşdar bûn û me dest bi xebatê kir da ku şeş lîstikvanan ji bo tîma futbolê ya jinan perwerde bikin û wan têxin nav tîma me ya mezinan. Yek ji projeyên me yên nû perwerdehiya rahênerên werzîşê yên jinan e. Ji ber kêmbûna rahênerên werzîşê yên jin li herêmê, me dest bi perwerdekirina werzîşvanên jin kir. Îsal, me hevkareke jin li tîma teknîkî ya futbolê ya jinan zêde kir û dibe ku di salên pêş de, em karibin rêwîtiya xwe bi rahênereke futbolê ya jin bidomînin." 
 
Şeyda Aslantaşê her wiha diyar kir ku ew armanc dikin ku di vê çarçoveyê de komeke alîgirên jinan biafirînin û tekez kir ku ew ê hem danasîna forman û hem jî civînên alîgirên xwe di 30'yê Tebaxê de li dar bixin.
 
Şeyda Aslantaşê anî ziman ku Amedspor kulûbeke xwedî nirxan e û got: "Di demên dawî de, hin kes an kom di nav alîgirên me de, bi reftar û gotinên nexwestî yên têkildarî azwerî, ego û meyla serketinê ku di pîşesaziya futbolê de belav bûye, mijûl dibin. Çandeke me heye ku nirxên Amedsporê dihewîne û di her aliyê jiyanê de belav dibe heye. Bi vê perspektîfê, em xwedî hêz û şiyana ku di her warî de li dijî zimanê nêrza, feraseta nêrza û helwest û perspektîfên zayendperest derkevin. Em dixwazin ku alîgirên me bi vê helwest û perspektîfê li trîbunan bin. Her wiha em ji wan hêvî dikin ku bi kirîna formayên Amedsporê piştgiriyê bidin tîma xwe."
 
‘EN LI HER DERÎ FORMAYÊN AMEDSPORÊ LI XWE BIKIN'
 
Şeyda Aslantaşê diyar kir ku wan sansura wêneyê bi formayê Amedsporê yê Yaprak Taşçi ya li Girtîgeha Kayseriyê ya Bunyanê, şermezar kiriye.
 
‘ARMANC ŞAMPIYONA YE'
 
Endamê Lijneya Rêveberiya Amedsporê Nedim Dalgajî diyar kir ku amadekariyên heyama nû yên Amedsporê bi kampa perwerdeyê ya Bolûyê berdewam dikin û got: "Piştî kampê, em plan dikin ku herin Çorûmê, maça lîga xwe bilîzin û dû re vegerin Amedê." Dalga her wiha diyar kir ku di çend rojan de alîgir dê der barê veguhastinê de nûçeyên baş bistînin.
 
‘DIVÊ BERHEMÊN RESEN BÊN STENDIN'
 
Dalga diyar kir ku formatên heyama nû li Amed Storeyê û li ser înternetê hene û got ku ew ji pênc kulûbên mezin ên Tirkiyeyê yek jê ne. Dalga got: "Lêbelê, em dibînin ku ev rewş di firoşgehên me de nayê nîşandan. Em di vî warî de ji dahata xwe ya armanckirî pir kêmtir in. Me bi du buroyoyên hiqûqê re peyman îmze kirine û her kesê ku hilberên me 'sixte' bifiroşe dê neçar bimîne ku bi buroya hiqûqê re mijûl bibe. Berhemên me yên lîsanskirî di firoşgehên me de hene; werin em ji li wir bikirin."
 
Dalga bal kişand ser sansur û zexta li ser Amedsporê di girtîgehan de û got: "Maçên Amedsporê li ser televîzyonê têne weşandin. Ger ev li wir qedexe nebe, çima ji hêla rêveberiya girtîgehê ve tê qedexekirin? Em vê yekê qebûl nakin; ev nayê qebûlkirin. Hemû formayên me ji hêla Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ve hatine pejirandin. Em ê kesên ku der barê formayên me de tevgerên nepejirandî nîşan didin eşkere bikin û wekî kulûbek, em ê li pişt wan kesên ku gihîştina formayên me bin." 
 
Dalga bilêv kir ku ew li bendê ne ku alîgirên Amedsporê li gorî ruhê Amedê piştgiriyê bidin wan û got: "Pêdivî bi piştgiriya xirab tune; em ne tîmeke wisa ne. Me par ji bo vê yekê cezayên giran dan. Amedspor ji tîmekê wêdetir e. Ew ruhê vê herêmê ye. Em ji alîgirên xwe dixwazin ku piştgiriyê bidin tîma me. Em di heyema nû de tezahurata xirab naxwazin."
 
MA / Mujdat Can

Sernavên din

21:21 Abdullah Ocalan: Beşdarbûna hemû beşên civakê ya ji bo pêvajoyê pêwîstiyeke jiyanî ye
16:43 Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Li Sûriyeyê 8 jinên Elewî hatine revandin
16:24 Li Qersê civîna jinan: Dê têkoşîna me destkeftiyên me diyar bike
16:01 Li Hesendînê çalakî: Li Kurdistanê qirkirina ekolojîk pêk tê
15:49 Bîranîna Komkujiya Roboskê: Bêyî rûbirûbûna aştî pêk nayê
15:48 Li Şirnexê li dijî talana daristanan dê kampanyaya îmzeyan bê destpêkirin
15:39 Piştguhkirina DEDAŞ’ê bû sedema mirina 6 çêlekan
15:34 Hunermendan ji bo pêvajoyê 8 pêşniyarî kirin
14:41 KESK: Bila mûçeyên herî kêm di ser sînorê xizaniyê de be
14:05 Ji bo girtî Kiskaç bang: Rewşa wê ya tenduristiyê giran e
13:26 Îranê 4 sal û 8 meh ceza da nivîskarê Kurd
13:16 DAIŞ’ê êrişî dêrê kir: 43 kes mir in 15 kes jî birîndar bûn
13:08 Şara dê sêyek a Parlamentoya Sûriyeyê diyar bike
12:12 DFG’ê 3 rojnamevan bi bîr anî: Şehîdên Çapemeniya Azad rûmeta me ne
12:00 100 jinên enternasyonalîst: Em dixwazin biçin serdana Abdullah Ocalan
11:29 Rahîb Kavak: Divê dêr jî tevli pêvajoyê bibin
11:03 Li Iraqê partiya jinan hate damezirandin
10:56 Hejmara nû ya Xwebûnê der ket
10:42 Li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê înfaza 2 girtiyan hate şewitandin
10:35 Beşdarên Konferansa Yekitiya Neteweyî: Em ê bi yekitiyê ve bi ser bikevin
10:30 Çima civîna Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin?
10:05 ‘Lijneyên çavdêriyê hêviya çareseriyê hedef digirin’
10:02 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Berpirsiyarê şewatan hikûmeta AKP’ê ye
09:21 Xwest bibe vasî lê vasî tayînî wî kirin û jiyana wî serobino kirin
09:09 Di Mihrîcana Munzûrê de nêrîna hevpar: Li dijî talanê têkoşîna hevpar
09:05 Mîhrîcana Stranan a Arxavûnê bi dawî bû
09:00 ROJEVA 28’Ê TÎRMEHA 2025’AN
27/07/2025
16:29 'Divê erka rêveberiyên herêmî ya mudaxalekirina şewatan bê zêdekirin'
16:05 Hevserokên Giştî yên DBP'ê çûn serdana Veysî Aktaş
16:01 Di Mîhrîcana Mûnzûrê de mijara ekolojiyê hat nîqaşkirin
15:33 Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Dev ji xebata ku zirarê dide Birqleynê berdin
15:18 Îsraîlê êrîşî Lûbnanê kir: 2 kes mir
14:35 SOHR: Hêzên Îsraîlê ketin Quneitra
14:16 Hevserokê DBP'ê Bayindir: Kurd nêzî bidestxistina statuyê ne
13:39 Siweyda di bin dorpêçê de ye, 36 gund wêran bûn
13:06 Encamnameya Konferansa Yekitiya Neteweyî: Dem dema bi hev re qezenckirinê ye
12:31 Hêzên Îranê kolberek kuştin
12:28 Li Nîjeryayê qezaya keştiyê: 25 mirî, bi dehan kes winda ne
12:28 Hejmara 126'an a Kovara Jin der çû
11:08 Macron: Em bi Erdogan têkildarî Xezayê axivîn
11:02 Şewata li Licê ket bin kontrolê
10:41 Polîtîkaya windakirinên li hemberî Belûciyan dewam dike
10:23 Li dijî sansur û astengkirinê platforma hevpar
10:20 Ji AFAD'ê têkildarî şewata daristanan daxuyanî
10:13 Yên li Sûrê ji cih û warên xwe bûne: Em qadên xwe yên jiyanê dixwazin
09:35 'Ji bo aştiyeke mayînde divê sererastkirinên qanûnî bên kirin'
09:02 Li Arxavûnê mîhrîcana stranan
09:01 Welatiyên ku beşdarî mîhrîcanê bûn: Yê ku gav bi dewletê bide avêtin em in
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2025'AN
26/07/2025
21:37 Li Siwêdayê hejmara kesên hatin qetilkirin derket hezar û 420 kesan
21:30 Aktaş ji Îmraliyê peyam anî: Em ê Girava Îmraliyê bikin girava aştiyê
21:24 Karamûs: Pêşeroja kurdan wê bi stratejiyeke hevbeş bê avakirin
17:06 Bayindir: Çi dibe bila bibe dê Kongreya Neteweyî pêk were
16:39 Girtiyê nexweş Rojhat Ozkan tehliye bû
16:22 Mihrîcana Dêrsimê: Em ê li pêvajoyê xwedî derkevin
16:06 Kişanak: Ocalan ji bo temamkirina evînên neqediyayî yên di dilê me de têdikoşe
15:40 ‘Bila girtiyên nexweş bên tehliye kirin’
15:16 ‘Bila qanûna 7554’an bê betalkirin’
14:21 Xizmên windayan doza edaletê kirin
14:09 Dayikên Şemiyê: Bila kiryarên Suleyman Cîhan bên cezakirin
13:34 Li Girtîgeha Xelatê têkildarî gardiyanan de lêpirsîn hate destpêkirin
13:06 Înfaza wî hat şewitandin, hat sirgûnkirin
12:59 ‘Kes ne xwediyê wê luksê ye ku kurdan paşguh bike'
11:54 Hêzên Îranê êrişê kolberan kir: Koleberek hate qetilkirin, 3 kolber jî birîndar bûn
11:52 ‘Konferansa Girîngiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurd’ li Bazîdê dest pê kir
11:19 DEM Partiyê çareseriya pirsgirêkên jinên astengdar gotûbêj kir
11:15 ‘Kooperatîfa Dabînkirina Berhemên Xwezayî’
10:13 Mehmet Altan: Pirsgirêka 100 salan bi demokratîkbûnê ve tê çareserkirin
10:11 Kesê ku Hêlîn Erenê kuşt hat girtin
10:03 Parêzerê Elçîçek ê jiyanê xwe ji dest da: Ne înfaz bû, biryara mirinê bû
09:29 Li zozanên Qersê amadekariyên zivistanê
09:12 Karagoz: Karkerê 45 rojî şandine cihê şewatê
09:07 Kamaç: Dê yekîtiya kurdan pêvajoyê ber bi serkeftinê ve bibe
09:03 Formayên nû yên Amedêsporê li reyonê ne: Em formayên resen bikirin
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2025'AN
08:57 Piştî hevdîtinê ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî
08:36 Veysî Aktaş ê li Îmraliyê tehliye bû
25/07/2025
20:04 Rojnamevan Metîn Yoksû serbest hat berdan
16:44 Civîna nukleerî ya bi Îranê re bi dawî bû
16:28 Şandeya Îmraliyê ya ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî vegeriya
16:15 Komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin ji 51 endaman pêk tê
15:39 ÎHD’ê rapora çapemeniyê weşand
14:53 Li Amedê jineke hate qetilkirin
14:35 Nûnenerê MSD’ê yê Şamê: Polîtîkayên DYA’yê cesaretê dide HTŞ’ê
13:35 Di Mihrîcana Munzûrê de li dijî madenê meş hate lidarxistin
13:27 Li Gabarê talana daristanê di bin çavdêriya leşkeran de têkirin
13:04 Rapora NY'ê ya Sûriyeyê: Divê revandina jinan û zarokan bê lêpirsînkirin
12:50 Cemîl Bayik: Em ji bo siyaseta demokratîk amade ne
12:05 Şandeya DEM Partiyê li Îmraliyê ye
11:34 Ciwanên Ewropî: Gava herî girîng azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e
11:17 Girtiyê nexweş Hadî Elçîçek hate definkirin
10:12 Xelatgirên Nobelê ji saziyên navneteweyî re name şandin
09:53 Eren Keskîn: Ji bo ‘mafê hêviyê’ hinceta dewletê nema ye
09:04 Di bîra petrolê de teqîn pêk hat: 7 kes birîndar bûn
09:03 Îhsan Colemêrgî: Tenê yekîtiya kurdan dikare pêvajoyê ber bi serkeftinê ve bibe
09:02 ‘Em dixwazin vê pîşeya ji Kawa mayî bidomînin'
09:02 Pastor Eyup Badem: Aştî dê li vê xakê geş bibe
09:01 ‘Divê dayikên Kurd û Tirk ji bo aştiyê bên cem hev'
09:01 Krîza aborî kir ku mirov êdî kincên zavatiyê kirê bikin
09:00 Eleqeyeke zêde ji bo tesîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê