Ciwanên Ewropî: Gava herî girîng azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e

  • rojane
  • 11:34 25 Tîrmeh 2025
  • |
img

ENQERE – Ciwanên Ewropî yên ku ji bo hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin serî li Wezareta Dadê abûn, gotin: “Gava herî girîng a ku divê dewleta Tirk biavêje, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ji bo ev pêvajo bi ser bikeve ev gaveke girîng û pêwîst e."

Endamên Înîsiyatîfa Insisting On Freedom (Em ji bo azadiyê israr dikin) ku ji ciwanên Ewropî pêk tê, ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê dan. Ciwnanên hefeteyekî li Tirkiyeyê rêzecivînan li dar bixin.  Gios û Vicidomini yê endamê Rêxistina Ciwanan a Partiya Sinistra Italiana (UGS) ye û Martina ya ku endama Internationalist Youth Commune (Komuna Ciwanan a Enternasyonalîst) ye, ku li Îtalyayê dijîn der barê serlêdanên xwe û pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd de bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.
 
Martina, diyar kir ku ew li Îtalyayê di nav hewldanên rêxistinkirina civakî de ne, nexasim din ava xebatên rêxsitinkirina ciwan û jinan de dixebitin, got: "Em bi kesên di astên cûda yên civakê de jî gelek hewldanên rêxistinkirinê dikin. Li zanîngehan, li gundan û li taxan hewldanên me yên rêxistinkirinê hene. Em van çalakiyan li gorî pêdiviyên sosyolojîk û civakî dimeşînin. Em wan fêm dikin û li gorî wê xwe rêxistin dikin."
 
‘ÎDEOLOJIYA RÊBER APO BI NIRXÊN MIROVAHIYÊ VE GIRÊDAYÎ YE’
 
Martina, qala nasîna xwe ya bi Abdullah Ocalan û têkoşîna Kurdan kir û ev tiişt got, "Gelek kesan li Îtalyayê bi rêya hevalên ku tevlî partiyê bûn û şehîd bûne, Rêber Apo naskirin. Wan bi rêya hevalên enternasyonalîst ên wek Heval Tekoşer ê ku beşdarî Şoreşa Rojava bû, naskirin. Ji ber vê yekê civak bêtir bi Rêber Apo û tevgera azadiyê nas kiriye. Ez bawer dikim ku raman û bîrdoziya Rêber Apo bi nirxên mirovahiyê ve girêdayî ye. Ew, van nirxan bi awayekî rasterast di navendê de datîne. Mijara avakirina sosyalîzmê pir girîng e. Ew bingeha sosyalîzmê bi azadiya jinan ve dinirxîne. Azadiya jinan di bingeha sosyalîzmê de ye. Azadiya jinan ji bo avakirina jiyaneke azad wekî bingehîn dihesibîne."
 
 ‘BANDORA WÎ GAV BI GAV MEZIN DIBE’ 
 
Martina, diyar kir ku li Ewropa û cîhanê bi eleqeyek mezin Ocalan û paradîgmaya wî tê şopandin û wiha pê de çû: "Li Îtalyayê jî bandora wî gav bi gav mezin dibe. Paradîgma belav dibe. Ji ber vê yekê, mirov bêtir xwe birêxistin dikin. Rêxistinên sosyalîst jî li ser vê bingehê xwe birêxistin dikin. Ev bandor hîn bêtir mezin bûye, nexasiö piştî şoreşa Rojava. Lewre bi saya pratîka şoreşa Rojava, armanca tevgerê şênber bû. Vê yekê armanca wê aşkera kir û bêtir bandor kir."
 
‘BI HEZARAN SEDEMÊN ME HENE’
 
Martinayê sedemên hevdîtina xwe ya bi Abdullah Ocalan re wiha rave kir: “Hevdîtina bi Rêber Apo re dê ji bo me bibe firsendeke mezin. Ji bo hevdîtînê bi hezaran sedemên me hebne. Mînak ez dixwazim bi wî re enternasyonel a nû gotûbêj bikim. Herwiha ez dixwazim bi wî re erkên wî yên vê demê nîqaş bikim. Em wek enternasyonalîst dikarin çi bikin, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de dikarin roleke çawa bilîzin, rola ciwanan ez dixwazim pê re gotûbêj bikim.”
 
‘GAVA HERÎ GIRÎNG AZADIYA FÎZÎKÎ BE’
 
Martinayê her wiha bal kişand ser gavên ku divê dewlet di vê qonaxê de bİavêje û diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Ocalan gava herî girîng e û got: "Ev gaveke pir girîng û pêwîst e ji bo ku ev pêvajo bi ser bikeve. Em her wiha daxwaz dikin ku azadiya wî ya fîzîkî bê misogerkirin. Ji bo ku ev pêvajo li ser bingehek saxlem bimeşe, divê derfeta jiyana azad ji mirovan re bê dayîn. Divê dewleta Tirkiyeyê nasnameyên cuda nas bike." 
 
‘EZ DIXWAZIM AZADIYÊ NÎQAŞ BIKIM’
 
Vicidomini, li ser daxwazên hevdîtinê û armancên xwe axivî û got, "Li gorî min hevdîtina bi Rêbertiyê re ne tenê ji bo nîqaşkirina pêvajoya realpolîtîk a heyî, di heman demê de ji bo nîqaşkirina rola ciwanan a li seranserê cîhanê jî girîng e. Ez parçeyeke ji rêxistina ciwanan im. Rêber li ser 'rola ciwanan di avakirina civakê de' dixebite. Li gorî fikra min ev pir girîng e. Girîngiya ku ew dide rol û mîsyona ciwanan di xebata wî de diyar e. Ez dixwazim vê yekê bi wî re di vê çarçoveyê de nîqaş bikim. Ez dixwazim bi taybetî li ser têgihîştina wî ya têgeha azadiyê û ka ew çawa wê fêm dike gotûbêj bikim. Ez dixwazim li ser ramanên wî yên li ser belavkirina enternasyonalîzmê li seranserê cîhanê û rola ciwanan gotûbêj bikim.”
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

21:21 Abdullah Ocalan: Beşdarbûna hemû beşên civakê ya ji bo pêvajoyê pêwîstiyeke jiyanî ye
16:43 Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Li Sûriyeyê 8 jinên Elewî hatine revandin
16:24 Li Qersê civîna jinan: Dê têkoşîna me destkeftiyên me diyar bike
16:01 Li Hesendînê çalakî: Li Kurdistanê qirkirina ekolojîk pêk tê
15:49 Bîranîna Komkujiya Roboskê: Bêyî rûbirûbûna aştî pêk nayê
15:48 Li Şirnexê li dijî talana daristanan dê kampanyaya îmzeyan bê destpêkirin
15:39 Piştguhkirina DEDAŞ’ê bû sedema mirina 6 çêlekan
15:34 Hunermendan ji bo pêvajoyê 8 pêşniyarî kirin
14:41 KESK: Bila mûçeyên herî kêm di ser sînorê xizaniyê de be
14:05 Ji bo girtî Kiskaç bang: Rewşa wê ya tenduristiyê giran e
13:26 Îranê 4 sal û 8 meh ceza da nivîskarê Kurd
13:16 DAIŞ’ê êrişî dêrê kir: 43 kes mir in 15 kes jî birîndar bûn
13:08 Şara dê sêyek a Parlamentoya Sûriyeyê diyar bike
12:12 DFG’ê 3 rojnamevan bi bîr anî: Şehîdên Çapemeniya Azad rûmeta me ne
12:00 100 jinên enternasyonalîst: Em dixwazin biçin serdana Abdullah Ocalan
11:29 Rahîb Kavak: Divê dêr jî tevli pêvajoyê bibin
11:03 Li Iraqê partiya jinan hate damezirandin
10:56 Hejmara nû ya Xwebûnê der ket
10:42 Li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê înfaza 2 girtiyan hate şewitandin
10:35 Beşdarên Konferansa Yekitiya Neteweyî: Em ê bi yekitiyê ve bi ser bikevin
10:30 Çima civîna Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin?
10:05 ‘Lijneyên çavdêriyê hêviya çareseriyê hedef digirin’
10:02 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Berpirsiyarê şewatan hikûmeta AKP’ê ye
09:21 Xwest bibe vasî lê vasî tayînî wî kirin û jiyana wî serobino kirin
09:09 Di Mihrîcana Munzûrê de nêrîna hevpar: Li dijî talanê têkoşîna hevpar
09:05 Mîhrîcana Stranan a Arxavûnê bi dawî bû
09:00 ROJEVA 28’Ê TÎRMEHA 2025’AN
27/07/2025
16:29 'Divê erka rêveberiyên herêmî ya mudaxalekirina şewatan bê zêdekirin'
16:05 Hevserokên Giştî yên DBP'ê çûn serdana Veysî Aktaş
16:01 Di Mîhrîcana Mûnzûrê de mijara ekolojiyê hat nîqaşkirin
15:33 Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Dev ji xebata ku zirarê dide Birqleynê berdin
15:18 Îsraîlê êrîşî Lûbnanê kir: 2 kes mir
14:35 SOHR: Hêzên Îsraîlê ketin Quneitra
14:16 Hevserokê DBP'ê Bayindir: Kurd nêzî bidestxistina statuyê ne
13:39 Siweyda di bin dorpêçê de ye, 36 gund wêran bûn
13:06 Encamnameya Konferansa Yekitiya Neteweyî: Dem dema bi hev re qezenckirinê ye
12:31 Hêzên Îranê kolberek kuştin
12:28 Li Nîjeryayê qezaya keştiyê: 25 mirî, bi dehan kes winda ne
12:28 Hejmara 126'an a Kovara Jin der çû
11:08 Macron: Em bi Erdogan têkildarî Xezayê axivîn
11:02 Şewata li Licê ket bin kontrolê
10:41 Polîtîkaya windakirinên li hemberî Belûciyan dewam dike
10:23 Li dijî sansur û astengkirinê platforma hevpar
10:20 Ji AFAD'ê têkildarî şewata daristanan daxuyanî
10:13 Yên li Sûrê ji cih û warên xwe bûne: Em qadên xwe yên jiyanê dixwazin
09:35 'Ji bo aştiyeke mayînde divê sererastkirinên qanûnî bên kirin'
09:02 Li Arxavûnê mîhrîcana stranan
09:01 Welatiyên ku beşdarî mîhrîcanê bûn: Yê ku gav bi dewletê bide avêtin em in
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2025'AN
26/07/2025
21:37 Li Siwêdayê hejmara kesên hatin qetilkirin derket hezar û 420 kesan
21:30 Aktaş ji Îmraliyê peyam anî: Em ê Girava Îmraliyê bikin girava aştiyê
21:24 Karamûs: Pêşeroja kurdan wê bi stratejiyeke hevbeş bê avakirin
17:06 Bayindir: Çi dibe bila bibe dê Kongreya Neteweyî pêk were
16:39 Girtiyê nexweş Rojhat Ozkan tehliye bû
16:22 Mihrîcana Dêrsimê: Em ê li pêvajoyê xwedî derkevin
16:06 Kişanak: Ocalan ji bo temamkirina evînên neqediyayî yên di dilê me de têdikoşe
15:40 ‘Bila girtiyên nexweş bên tehliye kirin’
15:16 ‘Bila qanûna 7554’an bê betalkirin’
14:21 Xizmên windayan doza edaletê kirin
14:09 Dayikên Şemiyê: Bila kiryarên Suleyman Cîhan bên cezakirin
13:34 Li Girtîgeha Xelatê têkildarî gardiyanan de lêpirsîn hate destpêkirin
13:06 Înfaza wî hat şewitandin, hat sirgûnkirin
12:59 ‘Kes ne xwediyê wê luksê ye ku kurdan paşguh bike'
11:54 Hêzên Îranê êrişê kolberan kir: Koleberek hate qetilkirin, 3 kolber jî birîndar bûn
11:52 ‘Konferansa Girîngiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurd’ li Bazîdê dest pê kir
11:19 DEM Partiyê çareseriya pirsgirêkên jinên astengdar gotûbêj kir
11:15 ‘Kooperatîfa Dabînkirina Berhemên Xwezayî’
10:13 Mehmet Altan: Pirsgirêka 100 salan bi demokratîkbûnê ve tê çareserkirin
10:11 Kesê ku Hêlîn Erenê kuşt hat girtin
10:03 Parêzerê Elçîçek ê jiyanê xwe ji dest da: Ne înfaz bû, biryara mirinê bû
09:29 Li zozanên Qersê amadekariyên zivistanê
09:12 Karagoz: Karkerê 45 rojî şandine cihê şewatê
09:07 Kamaç: Dê yekîtiya kurdan pêvajoyê ber bi serkeftinê ve bibe
09:03 Formayên nû yên Amedêsporê li reyonê ne: Em formayên resen bikirin
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2025'AN
08:57 Piştî hevdîtinê ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî
08:36 Veysî Aktaş ê li Îmraliyê tehliye bû
25/07/2025
20:04 Rojnamevan Metîn Yoksû serbest hat berdan
16:44 Civîna nukleerî ya bi Îranê re bi dawî bû
16:28 Şandeya Îmraliyê ya ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî vegeriya
16:15 Komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin ji 51 endaman pêk tê
15:39 ÎHD’ê rapora çapemeniyê weşand
14:53 Li Amedê jineke hate qetilkirin
14:35 Nûnenerê MSD’ê yê Şamê: Polîtîkayên DYA’yê cesaretê dide HTŞ’ê
13:35 Di Mihrîcana Munzûrê de li dijî madenê meş hate lidarxistin
13:27 Li Gabarê talana daristanê di bin çavdêriya leşkeran de têkirin
13:04 Rapora NY'ê ya Sûriyeyê: Divê revandina jinan û zarokan bê lêpirsînkirin
12:50 Cemîl Bayik: Em ji bo siyaseta demokratîk amade ne
12:05 Şandeya DEM Partiyê li Îmraliyê ye
11:34 Ciwanên Ewropî: Gava herî girîng azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e
11:17 Girtiyê nexweş Hadî Elçîçek hate definkirin
10:12 Xelatgirên Nobelê ji saziyên navneteweyî re name şandin
09:53 Eren Keskîn: Ji bo ‘mafê hêviyê’ hinceta dewletê nema ye
09:04 Di bîra petrolê de teqîn pêk hat: 7 kes birîndar bûn
09:03 Îhsan Colemêrgî: Tenê yekîtiya kurdan dikare pêvajoyê ber bi serkeftinê ve bibe
09:02 ‘Em dixwazin vê pîşeya ji Kawa mayî bidomînin'
09:02 Pastor Eyup Badem: Aştî dê li vê xakê geş bibe
09:01 ‘Divê dayikên Kurd û Tirk ji bo aştiyê bên cem hev'
09:01 Krîza aborî kir ku mirov êdî kincên zavatiyê kirê bikin
09:00 Eleqeyeke zêde ji bo tesîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê