ÎZMÎR – Bi munasebeta 39’emîn a damezirandina ÎHD’ê, Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji bo pêvajoyê pêdivî bi amedekirina peymaneke civakî ya nû heye.
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, bi munasebeta 39’emîn salvegera ÎHD’ê cîvîna çepemiyê li dar xist. Civîna daxuyaniyê di avahiya komeleyê de hate lidarxistin û bi Kurdî û bi Tikrî dovîzên “Ez neheqim?” hate daliqandin. Metnê daxuyaniyê yê Kurdî Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Zîlan Gumuşê, metna Tirkî jî Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Alî Aydin xwend.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku komel “ji bo xebata der barê mafên mirovan û azadiyê” hatiye avakirin û endam û rêvebirên komeleyê yên ku hatine qetilkirin hatin bibîranîn.
Di daxuyaniyê de têkildarî têkoşîna 39 salan a ji bo mafên mirovan, demokrasî û aştiyê de ev tişt hate destnîşankirin: “çareseriya pirsgirêka Kurd pirsgirêka sereke ya demokrasi û ya mafê mirovan a erdnîgariya me ye.
Di daxuyaniyê de, der barê têkoşîna 39 salan a ji bo mafên mirovan, demokrasî û aştiyê de wiha hat gotin: "Çareseriya pirsgirêka Kurd di nava pirsgirêkên herî girîng ên demokrasî û mafên mirovan ên erdnîgariya me de ye. Dewlet û desthilatdariya siyasî di der barê çareserkirina pirsgirêka Kurd de li ser polîtîkayên ewlehiyê û di polîtîkayên înkar û redkirinê israr dikin. İsrara van polîtîkayan, ji aliyekî ve dibe sedema qelsbûna mafên demokratîk û mafên mirovan û zirarê dide aştiya civakî, ji aliyê din ve jî zirarên kûr dide aboriya Komara Tirkiyeyê."